Mesrûr Barzanî li Dihokê serdana Projeya Ronakî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Gulanê li bajarê Dihokê li taxa Beroşkê serdana projeya Ronakî ya elektrîkê ya 24 demjimêrî kir û ji nêz ve rewşa projeyê şopand.
Li gorî amarên tîma Projeya Ronakî, meha borî, piraniya malên taxa Beroşkê yên ku elektrîka 24 demjimêrî werdigirin, fatûreya elektrîkê ji bo wan kêmtir ji 35 hezar dînaran hatiye. Ev yek nîşan dide ku proje di warê kêmkirina lêçûnên welatiyan de jî serkeftî ye.
Projeya Ronakî:
Projeya Ronakî, yek ji projeyên stratejîk û niştimanî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku heta dawiya sala 2026an, elektrîka bênavber û 24 demjimêrî bigihîne hemû welatiyên Herêma Kurdistanê.
Tîma Projeya Ronakî ji Kurdistan24ê re ragihand, heta îro 600 hezar welatiyên Herêma Kurdistanê bûne xwediyê elektrîka 24 saetî. Hate diyarkirin ku di vê mehê de zêdetirî 500 hezar welatiyên din li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê dê sûdê ji elektrîka bênavber werbigirin û bi vê yekê hejmara giştî ya welatiyên sûdmend dê bigihîje zêdetirî milyonek kesî.
Tîmê herwiha amaje bi wê yekê kir, heta dawiya sala 2025an, navendên bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê dê bi temamî bibin xwediyê elektrîka 24 demjimêrî.
Sûdên Projeya Ronakî:
- Di Projeya Ronahiyê de welatî ji bo elektrîkê pereyekî kêmtir didin, tevî ku 24 saetan elektrîka wan heye.
- Welatî bi xwe berpirsiyarê bikaranîna elektrîka xwe ye; çiqas kêmtir bikar bînî, ewqas kêmtir pere didî.
- Paqijkirina jîngeha Kurdistanê bi rêya vemirandina jeneratorên taybet û kêmkirina qirêjiyê.
- Hikûmet biryar e zêdetir piştgiriya wan mal û yekeyên bazirganî yên biçûk bike, bi taybetî ji bo yên ku elektrîkeke kêmtir bikar tînin.