Temellî: Hincet çekdanîna PKKê rabû, êdî divê herkes erkê xwe bîne cîh

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê karvedanên bo biryara fesixkirina PKKê berdewam in. Ligel ku serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ragihand ku wan qonaxeke girîng derbas kiriye DEM Partî jî ragihand ku deriye serdemeke nû bê vekirin. Ligel ku zêdetirîn opozîsyon û DEM Partî êdî baldişînin ser giringiya parlamentoya Tirkiyeyê aliyê Ak Partiyê jî dibêje çi pêwîst bê dê bê kirin.

PKKê xwe fesix kir û hate ragihandin ku têkoşîna çekdarî û xebatên li ser navê PKKyê qediyan. Derbarê vê biryara PKKê de;

DEM Partî got; Serdemek bi dawî dibe û deriyê serdemeke nû û hêvîdar vedibe. Em şahidiya nivîsandina dîrokeke nû dikin

Serokê Partiya Netewperest MHPê Devlet Bahçelî ku prose bi banga wî destpêkir spasiya Rêberê Pkkê Abdullah Ocalan û DEM Partiyê kir da zanîn tovên aştiyî hatine çandin û gul vebûne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî derbarê biryara PKKê de piştî civîna kabîneyê da zanîn, Me îro qonaxeke kritik derbas kir, ji bo ewlehiya heremê û aramiyê gelekî girîng e. Saziyên me ji bo ev pêvajo rastî tu qezayan naye dê gelekî bi hestyarî û aqlê dewletê proseyê bişopînin. Niha jî tê meraqkirin dê gelo ji niha û şûnde prose çawa birêve biçe?

Parlamenterê Diyarbekirê yê Ak Partiyê Mehmet Galîp Ensarîoglu ji K24ê re got: “Piştî ku PKKê got min xwe fesixkiriye beriya niha serokkomarê me ragihandibû pêwîstî bi çi hebe dê bê kirin. Pêwîstî ew e ku; dê çek çawa bên radestî kirin? Dê çi bi hebûna aborî ya rêxistinê were? Tesfîyekirina hêzên çekdarî yê rêxistinê dê çawa pêk were? Entegrasyon û kadroya rêvebir dê çawa pêk were? Ev hemû hûrgiliyên teknîk in. Çimkî ger hûn kêşeyekê ji holê rakin divê hûn bi sedem û encamên wê ji holê rakin. Divê hûn tu qadeke înfeksiyonê nehêlin. Qonaxa girîng ev bû û şûnde çi lazim bê dê bikin.”

Ji aliyekî din ve Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî bang li hikumetê kir ku hemû sazkirinên yaseyî di bin banê parlamentoya Tirkiyeyê de bên kirin ku PKKê jî giringiya parlamantoyê destnîşan kiribû. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî daxuyand Pêdivî bi tirsê nîne, lê pêdivî bi lezê heye. Ji ber ku ev pêvajo pêvajoyên nazik in pêwîst e ku ew bi qanûnî werin xurtkirin û parastin.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got: “Em niha bi temamî vê dixwazin, bila tecrîd bê rakirin. Birêz Ocalan wek şertê jiyan û xebatê li gorî wê hêza xwe ya siyasetê divê bigihîjê wê fersendê. Parlamento taybetî li ber çavderiya van geşedanan hewceye ji bo dabînkirina zemîna diyalog, muzakere û xebata hevbeş gavê biavêje çi weke avakirina komîsyonan çi bi formeke din. Hinceta çekdanîna PKKê hebû bo avêtina gavan, ew jî ji holê rabû. Êdî divê herkes ji bo tiştê ku divê bike bixebite.

Herwiha DEM Partiyê jî bo pêvajoyê paketeke ku sazkirinên hiqûqî di nava xwe de vedihewîne radestî rayedarên hikumetê kirine. Her çiqasî îddîa hebin jî kongreyeke derasayî ya DEM Partiyê niha di rojevê de nîne.

 
Fly Erbil Advertisment