Ehmed Şera gihîşt Riyazê

Navenda Nûçeyan (K24) - Televizyona Sûriyeyê ragihand, “Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera gihîşt Riyaza paytexta Erebistana Siûdî û biryar e sibe bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.”
Televizyona Sûriyeyê îro (Sêşem, 13ê Gulana 2025ê) parve kir, “Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro gihîşt Riyaza paytexta Erebistana Siûdî û biryar e sibe bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.”
Malpera Monitorê jî parve kiriye, “Serokê Amerîkayê Donald Trump dê sibe (Çarşem, 14ê Gulana 2025ê) li Erebistana Siûdî bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re bicive.”
Rojnameya Timesê ya Brîtanyayî duhî (Duşem, 12ê Gulana 2025ê) parve kiribû, “Ehmed Şera amade ye ku herêmeke bêçek ava bike û herwesa rêyê bide Israîlê ku, li başûrê rojavayê Sûriyeyê hebûneke leşkerî hebe.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî her îro di dema birêveçûna korbenda weberhênanê ya Siûdî - Amerîkayî de li Riyaza paytexta Erebistana Siûdî ragehand, “Li ser daxwaza Mihemed bin Selman, em dê sizayên li ser Sûriyeyê rakin û dê derfeteke nû bidin wê.”
Wezîrê Derve yê Sûriyê Eshed Şeybanî ji ajansa Reutersê re ragehand ku, ew pêşwaziya daxuyaniya Donald Trump a ji bo rakirina sizayên li ser Sûriyê dike. Herwesa got, “Trump dikare aştiyeke dîrokî bi dest bixe û berjewendiyên Amerîkayê li Sûriyeyê biparêze.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump niha li Riyaza paytexta Erebistana Siûdî ye û îro peymaneke leşkerî ya dîrokî ya bi bihayê 142 milyar dolaran bi Şazadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re îmze kir.