Keşnasiya Herêmê: Egera barîna baranê li navçeyên çiyayî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê rewşa keşûhewayê ya pêşbînîkirî ji bo 48 demjimêrên bê belav kir û ragihand, egera barîna baranê heye, bi taybetî li ser navçeyên çiyayî yên parêzgeha Dihokê û beşek ji navçeyên çiyayî yên parêzgeha Hewlêrê û îdareyên Soran û Raperînê.

Li gorî Keşnasiya Herêmê, tê pêşbînîkirin ku îro 14ê Gulanê asîman bi giştî nîv-ewr be û toz û xwelî jî hebe. Herwiha egera baranê li navçeyên çiyayî yên Dihok, Hewlêr, Soran û Raperînê heye. Ji ber berdewamiya zêdebûna leza bayê, egera zêdetir bilindbûna toz û xuliyê jî heye.

Hat eşkerekirin ku pileya germayê dê nêzîkî ya duh be û li hin navçeyan dibe ku hinekî nizimtir bibe.

Keşûhewaya Sibe Pêncşemê:

Keşnasiya Herêmê pêşbîniya keşûhewaya sibe Pêncşemê jî belav kir û da zanîn, ji ber berdewamiya nearamiya keşûhewayê, asîmanê herêmê dê nîv-ewr be. Hin caran egera barîna barana sivik, ligel çêbûna birûsk û girmîniya ewran li ser navçeyên çiyayî heye. Herwiha, di dema zêdebûna leza bayê de egera bilindbûna tozê li hin deveran heye. Pileya germayê jî dê nêzîkî ya îro be.

Pileya Germayê ya Pêşbînîkirî (bi Celsius):

Hewlêr: 32
Silêmanî: 32
Dihok: 32
Kerkûk: 37
Zaxo: 31
Helebce: 32
Soran: 27
Hacî Omeran: 18
Germiyan: 38