Trump bi hin gotinên balkêş pesnê Ehmed Şera da

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyayên Amerîkayî amajeyê didin ku, Serokê Amerîkayê pesnê Serokê nû yê Komara Sûriyeyê da û bi çend gotinên balkêş bi wî got.
Her du rojnameyên Times û Washington Postê yên Amerîkayî îro (Çarşem, 14ê Gulana 2025ê) ragihandin ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema derkeftina ji Riyazê de rû bi rû çend gotinên balkêş bi Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera re kirin û got, “Ez difikirim ku Şera mirovekî pir mezin e, ciwanekî balkêş e, laşekî bihêz û dîrokeke pir bihêz heye û şerkerekî baş bû.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Sêşem, 13ê Gulana 2025ê) dest bi geşta xwe ya ji bo Rojhilata Navîn kir û li destpêkê gihîşt Riyazê û ji aliyê Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman ve hat pêşwazîkirin.
Donald Trump îro (Çarşem, 14ê Gulana 2025ê) di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de li Riyaza paytexta Erebistana Siûdî bi Ehmed Şera û Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re civiya. Herwesa ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyê jî ragehand ku, Serokkomar Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya înternetê tevlî wê civînê bû.
Koçka Spî jî her îro di ragehandinekê de amaje da ku, Trump di wê civînê de daxwaz li Şera kir ku “terorîstên Filistînî yên ên li hundirê Sûriyeyê, bi taybetî yên ku girêdayî Hemasê, Cîhada Îslamî û Eniya Şebî ne û dijîtiya Îsraîlê dikin ji welatê xwe derxe.”
Li gorî ragehandina Koçka Spî, Trump herwesa ji Serokê nû yê Sûriyeyê xwestiye ku alîkariya Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de bike û berpirsiyariya çavdêriya zindanên li bakur-rojhilatê Sûriyeyê bigire ser xwe, ku bi dehan hezar çekdarên DAIŞê û malbatên wan tê de ne.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî jî di ragehandinekê de amaje da ku, Trump di wê civînê de tekezî li ser rakirina sizayên li ser Sûriyeyê û piştgiriya ji avedankirina wî welatî kiriye. li gorî wê ragehandinê, Ehmed Şera gotiye, “Sûriye bi bawerî ber bi pêş ve diçe.”