Sekreterê Yekîtiya Lawan: Mesrûr Barzanî gelek alîkariya xwendekar û ciwanan kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e rêkxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê sibe (Pêncşem, 15.05.2025) li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî kongireya hevgirtinê li dar bixin.
Sekreterên Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê Meyser Nihêlî îro (Çarşem, 14ê Gulana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got: “Di civîna me ya îro de, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî amaje da çend xalan, tekez kir ku kar li ser hezkirina welat û afirandina baweriyeke xurt ji bo texa ciwan û xwendekaran di civakê de bê kirin. “
Meyser Nihêlî herwesa ragehand, “Parastina destkeftiyên hikûmetê û pêşxistina şiyanên wan ên rewşenbîrî û mirovî, balkişandina ser şiyanên jinan û werzişê û gelek mijarên din jî tewerên wê civînê bûn.”
Navbirî amaje jî da, “Li sala 2023ê, di hevdîtina me ya li gel Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, wî pêşniyara hevgirtina her du rêxistinên Qutabiyan û Lawan kir, û ji hingê heta niha bi hûrî kar li ser wê yekê tê kirin.”
Sekreterê Yekîtiya Lawan herwesa got, “Piştî wergirtina şîrove û pêşniyaran li ser xalên erênî yên hevgirtina van her du rêxistinan, hat ravekirin ku hevgirtina wan ji bo qonaxa niha pêdivî ye.”
Meyser Nuhêlî herwesa got, “Mesrûr Barzanî di demên borî de gelek alîkariyên madî û manevî pêşkêşî her du rêxistinan kirine, ez piştrast im ku li paşerojê alîkarî dê zêdetir bin."
Navbirî ron jî kir, “Kongireya hevgirtina her du rêxistinan nûbûnek e di yek rêxistinê de, hejmareke xwendekar û ciwanên nû dê bi coş dest bi xebatê bikin.”