Serok Barzanî: Yekgirtin, dê her du yekîtiyan “Xwendekaran” û “Lawan” bihêztir û serkeftîtir bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 15ê Gulana 2025an, kongreya yekbûna Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê dest pê kir.
Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Xwişk û birayên hêja, ez gelek kêfxweş im ku di rojek wiha pîroz de, ku her du rêxistinên jêhatî, her du rêxistinên xwedî ezmûn li hev dicivin, tevlî we dibim. Ez ji bo vê biryarê, we pîroz dikim û ez piştrast im ku tu hûnê bikaribin bêtir û çêtir xizmeta gel û welêt bikin.”
Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser rola girîng a xwendekar û ciwanan di dîroka Kurdistanê de û tekez kir ku ew dikarin di pêşerojê de jî vê rolê bi awayekî baştir bilîzin û got: "Xwendekar û ciwanan roleke gelek karîger hebûye di Şoreşa Îlonê de, di Şoreşa Gulanê de, heta di şerê DAIŞê de û ez piştrast im ji niha û pê de jî dikarin wê rolê baştir û zêdetir bibînin."
Derbarê yekgirtina rêxistinên xwendekar û ciwanan de, Serok Barzanî wiha axivî: "Yekgirtina we herduyan niha, gelek gelek vî erkî asantir dike û serkeftîtir dike, ji ber ku dê biryarek yekane hebe û hûn ê bi hev re bin û yek dê temamkerê yê din be."
Li ser beşdariya jinan di herdu rêxistinan de, Serok Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Gelek kêfxweş im, çend roj berê dema ku ez ligel sekreteriyeta herdu aliyan rûniştim, min bihîst ku rêjeya jinan di nav xwendekar û ciwanan de gelek zêde bûye û ev tê wê wateyê ku dê di nav partiyê de jî zêdetir dibe. Ev ji bo me gelek gelek cihê kêfxweşiyê ye û ez şîreta we dikim ku hûn çiqas bikarin rêjeya jinan zêdetir bikin."