Şandeke PDKê bi Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Bergiriyê yên Belçîkayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Belçîkayê bi Serokê Parlementoyê û Wezîrê Bergiriyê yên Belçîkayê re civiya.
Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Brûksela paytexta Belçîkayê, bi serokatiya Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê Hoşyar Zêbarî, cuda cuda bi Serokê Parlamentoya Federal a Belçîkayê Peter de Rover û Wezîrê Bergiriyê yê Belçîkayê Theo Francken re civiya.
Di wan her du hevdîtinan de, bi hûrî danûstandin li ser dawî pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên deverê hatin kirin.
Her di wan civînan de, şandina Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser helwest û nerîn û siyasetên PDKê li ser dawî guhertin û pêşhatên deverê, piroseya aştiyê li Tirkiyeyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi ronî hatin behskirin.