Serok Barzanî serexweşiyê li Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wexera dawiyê ya Cîgirê Serokê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Behmen Hisên, Serok Barzanî peyameke serexweşiyê ji serkirdetiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê re şand.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya kesayetiyê welatparêz Cîgirê Serokê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Behman Hisên gehişt min. Xudêjêrazî Behmen Hisên têkoşer û dilsozê doza gelê xwe bû û helwestên wî yên neteweyî her tim cihê rêzê bûn û nayên jibîrkirin.

Ez serexweşiyê li malbat, kesûkar û nasên Xudêjêrazî Behmen Hisên û serkirdetî û endamên Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku, Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

Îna lîlah weîna îleyhî racîon

 

Mesûd Barzanî

16ê Gulana 2025ê

 
Fly Erbil Advertisment