PDK-S û Pêşverû hevtêgihiştinek ji bo bihêzkirina karê hevbeş îmze kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) û Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê hevtêgihiştinek ji bo bihêzkirina karê hevbeş bi armanca xurtkirina karê hevbeş di navbera her du aliyan de îmze kirin. 

Malpera PDK-Sê belav kir, di hevdîtineke fermî de di navbera Sekreterê PDK-Sê Mihemed Ismaîl û Sekreterê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê Dr. Selah Derwîş, li bajarê Qamişlo, duh 17ê Gulanê hevtêgihiştin hat îmzekirin.

Di hevtêgihîştinê de, behsa rewşa hestiyar a Sûriyeyê tê kirin, “piştî ku 14 sal di ser destpêkirina şoreşa gelê Sûriyeyê ya li dijî rejîma stemkar û dîktatorî û rûxandina wê rejîmê re derbas bûne. Gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurdî îro bi kêşeyên nû re rûbirû ne ku ji kêşeyên serdema berê ne kêmtir in. Ji ber vê yekê, guhertinên li qada Sûriyeyê û navçeyê hewce dikin ku her du partiyên hevpeyman bi hev re bixebitin ji bo xizmeta doza Kurdî.

Li gorî hevtêgihîştinê, her du alî li ser van xalên jêrîn li hev kirine ku bibin destpêkek ber bi avakirina şirîkatiyeke pratîkî ji bo xizmeta doza gelê Kurd li Sûriyeyê û demokrasiyê li Sûriyê:

1- Avakirina komîteyeke pêwendî û hevrêziyê di navbera her du aliyan de, ku ji du endamên her partiyê pêk tê.

2- Xebata li ser hevrêzkirina nêrîn û siyasetan û şêwirîna di navbera her du partiyan de.

3- Wek du partiyên hevpeyman li qadên cuda yên hebûna xwe kar bikin, ji bo afirandina zemîneke hevbeş ji bo hevalên xwe ji bo xebata hevbeş li ser asta rêxistinan.

4- Bi hev re li ser qada niştimanî ya Sûriyê kar bikin, ezmûnan parve bikin û bi hêzên siyasî yên demokratîk re şirîkatiyan ava bikin.

5- Di mijarên siyasî de nêrîn û helwestên hevbeş werbigirin.

6- Di rewşên awarte de ku hewce bike, her partiyek piştgirî, alîkarî û hevkariyê pêşkêşî partiya din bike.

Ev pêngav wek hewldanek ji bo yekrêziya Kurdî û xurtkirina pêgeha Kurdan di qada siyasî ya Sûriyeyê ya paşerojê de tê dîtin.

 
Fly Erbil Advertisment