Gola Kaniya Berazan li Mehabadê zêdetir ji 180 Cureyên Balindeyan li dijîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Gola Kaniya Berazan a bajarê Mehabadê, bi rûberê xwe yê zêdetirî 907 hektarî, cihê jiyana zêdetir ji 180 cureyên balindeyan e. Hin ji van balindeyan gelek kêmpeyda ne û metirsiya nemana wan heye.
Ji sala 2006an ve nêçîrkirin li derdora vê golê qedexe ye û ji aliyê Komîteya Niştimanî ya Xwezaparêzên Îranê ve weke yekemîn cihê taybet ê çavdêriya balindeyan li seranserê Îranê hatiye destnîşankirin.
Hisam Mihemedî Azer, akinciyê gundê Qulesen, ji K24ê re ragihand: "Li gola Kaniya Berazan, quling û qaz hene. Herwiha hemû balinde li vê derê kom dibin. Me daxwaz ji welatiyan kiriye ku van balindeyan netirsînin û nêçîra wan nekin, ji ber ku ev herên cihekî geştyarî, kesk û xweş e li navçeya me.
Bi giştî, 180 cureyên balindeyan li vê golê û derdora wê dijîn; 75 cure ji van balindeyan avî ne û 105 cure jî yên bejayî ne. Qaz, pelîkan, flamîngo, gelek cureyên ordekan, quling û çûkên deryayî û bi dehan cureyên din ên balindeyan di destpêka payîzê an destpêka biharê de ber bi vê deverê ve koç dikin. Di nav van balindeyan de, cureyên wekî ordeka ser spî, ordeka mermerî û botmar (zîqawle) di bin metirsiya nemanê de ne.
Pêjman Remezanî Rad, akinciyê gundê Qereqişlax, dibêje: "Ev balinde di destpêka biharê de wek; qulingên sor, qaz, ordek, tên vir. Pêwîst e em hay ji wan hebin. Em jî di biharê de ji bo geştê tên vir û dîmenên xweşik û balkêş ên vê navçeyê dibînin."
Gola Kaniya Berazan xwedî qeyda navneteweyî ye. Ava vê golê ji Çemê Mehabadê tê dabînkirin û ava ku jê derdikeve diherike Gola Ûrmiyeyê. Ji ber ku di hemû werzên salê de balindeyên cihêreng lê hene, ji aliyê Komîteya Niştimanî ya Jîngehparêzên Îranê ve wek yekem cihê çavdêriya balindeyan li seranserê Îranê hatiye tomarkirin. Wênekêş û evîndarên xweza û balindeyan ji seranserê Îranê ji bo dîtina van balindeyan serdana Kanî Berazan dikin.