Şandeyeke DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serdana Îmraliyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Li gorî zanyariyan, mijara sereke ya civînê, nirxandina qonaxa piştî kongreya 12an a PKKê û daxuyaniyên derbarê "xwehilweşandina PKKê" û "bidawîanîna têkoşîna çekdarî" de ye.

Ev serdan wek pêncemîn serdana şandeya DEM Partiyê ji bo Îmraliyê tê hejmartin, ku di çarçoveya hewldanên ji bo destpêkirina "proseseke nû ya aştiyê" li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de pêk tê.

Çaverê ye ku piştî vegera şandeyê ji Îmraliyê, daxuyaniyek ji raya giştî re bê dayîn.