Amerîka dest bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdana xwe ya Erebistana Siûdî de ragihandibû ku cezayên li ser Sûriyeyê radike, Washingtonê îro 18ê Gulanê dest bi cîbicîkirina gavên vê biryarê kir. 

Berpirsên Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihandin: "Rêveberiya Amerîkayê niyet heye ku di çend hefteyên bê de mohletên giştî derbixe, bi armanca berfirehkirina aboriya Sûriyeyê û piştgirîkirina hewldanên dubare avakirina welat. Ev mohlet dê berdewam bin heta ku ceza bi temamî werin rakirin."

Sê berpirsên Amerîkî ji ajansên nûçeyan re eşkere kirin: "Rêveberiya Amerîkayê ji niha ve dest bi venêrîneke teknîkî kiriye ji bo wan cezayên ku li ser Şamê hatibûn sepandin. Wek amadekariyek, di destpêkê de dê ceza bên sivikkirin. Ji bilî vê, niyet heye ku sînordarkirina hinardekirinê ji bo Sûriyeyê bê rakirin, ev jî ji bo piştgirîkirina proseya ji nû ve avakirina aboriyê ye."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ragihand: "Washington wek tedbîreke yasayî ya destpêkê, efûkirina ji cezayan dike," Herwiha tekez kir jî: "Rakirina yasaya taybet bi cezayan, pêwîstiya wê bi pêşketineke zêdetir heye."

Di hefteya borî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya geşteke bo Erebistana Siûdî û hevdîtina bi Cîgirê Welîehdê Erebistana Siûdî, Mihemed Bin Selman re, ragihandibû ku cezayên li ser Sûriyeyê rake.