Ocalan: Ji bo mijara biratiyê, pêdivîtiya me bi lihevkirineke nû heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindanîkirî Abdullah Ocalan dibêje, “Li ser mijara biratiyê, pêdivîtiya me bi lihevkirineke nû heye.”
Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindanîkirî Abdullah Ocalan bi rêya şanda Îmraliyê peyamek şand û tê de parve kir. Ocalan di peyama nû de dibêje, “Tiştê ku em dikin nûnerîtiya guhertineke mezin dike.”
Ocalan herwesa dibêje, "Xwezaya têkiliyên Tirkiye û Kurdan bi temamî cuda ye. Di her rewşê de, tiştê ku zirarê dibîne têkiliya biratiyê ye."
Navbirî amajeyê jî dide, “Bira şerî dikin, lê yek ji wan bê yê din nîne.”
Ocalan di peyama xwe de eşkere jî dike, "Em mijûlî paqaijkirina wan telhe û mayînan in ên ku zirarê digehînin vê têkiliyê, em mijûlî çarekirina rê û pirên zirardîtî yên di navbera xwe de ne."
Piştî biryara xwehilweşandinê ya PKKê, şanda Dem Partiyê ji bo cara yekê serdana Ocalan kir. Tevî ku di derheqa wê civînê de ti agahî nehatine belavkirin jî, lê medyayên Tirkiyeyê dibêje ku, qonaxa piştî hilweşandina PKKê û gavên ku pêdivî ye ji bo vê pêvajoyê bên avêtin, tewerên serekî yên wê civînê bûn.
Herwesa piştî ku ew şand ji zindana Îmraliyê vegeriya, Devlet Bahçeli, ku wekî pêşengê pêvajoya nû ya aştiyê tê hesibandin, daxuyaniyek da û got, “Bi biryara PKKê ya xwehilweşandinê re, qonaxeke nû û hestyar dest pê kiriye û pêdivîtî bi aramiyê heye.”