DEM Partî piştgiriya banga Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyoneke parlementoyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand, ew piştgiriyê didin banga Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Dewlet Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyoneke taybet di Parlamentoya Tirkiyeyê de ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê.
Endama Şanda Îmraliyê û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan diyar kir, ew bi temamî bi banga Bahçelî re hevnêrîn in û got: " Serokê MHPê Dewlet Bahçelî bang kir û got 'Divê demildest pêvajoya çareseriyê bi rêya komîsyoneke parlamenê birêve biçe.' Em jî wek DEM Partî, hertim me dubare kiriye ku cihê sereke yê pêvajoyê parlemen e. Pir girîng e ku komîsyonek di parlamenê de bê avakirin."
Buldan herwiha da zanîn, divê rêziknameyên yasayî yên ji bo demokratîkbûnê bi rêya vê komîsyonê bên gotûbêjkirin û wiha pê de çû: "Piraniya partiyan nêrîneke erênî li hember bangewaziyê nîşan didin û ji ber vê yekê divê AK Partî bêyî derengmayîn nêrîna xwe di vê derbarê de eşkere bike."
Parlamentera DEM Partiyê tekez kir, pêwîst e ev komîsyon "beriya dawiya vê dewreya yasadanînê bê damezrandin, ji ber ku parlemen heta 15ê Tîrmehê karên xwe birêve dibe. Damezrandina vê komîsyonê û destpêkirina karên wê dê tevkariyeke erênî li pêvajoyê bike."
Pervîn Bûldan bal kişand ser wê yekê ku "Pêngavavêtina ji bo çareserkirina pirsa Kurd tê wateya pêngavavêtina ber bi demokratîkbûnê ve û pêwîstî bi komîsyonekê heye ku ew xalên di çareserkirina pirsa Kurd de gihiştine xetimandinê, çareser bike."
Ev daxuyanî di demekê de tê ku Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê, piştî serdana xwe ya pêncemîn bo cem Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, ji roja Duşemê, 19ê Gulana 2025an ve, dest bi danûstandinan kiriye ligel aliyên siyasî ji bo gotûbêjkirina pêvajoya nû ya aştiyê.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24 li Enqerê, şanda DEM Partiyê îro Duşemê serdana Partiya DEVA û Partiya Saadetê kiriye û biryar e roja Sêşemê, 20ê Gulana 2025an, serdana Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Paşerojê bike.
DEM Partiyê duh Yekşemê, 18ê Gulana 2025an ragihandibû, Şanda ku ji Pervîn Bûldan û parêzerê Ocalan, Fayîq Ozgur Erol pêk dihat, roja Yekşemê 18ê Gulanê, li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiyabû.
Piştî civînê, DEM Partiyê di daxuyaniyekê de gotinên Abdullah Ocalan yên derbarê têkiliyên Kurd û Tirkan li Tirkiyeyê ragihandibû: Bira şerî dikin, lê yek ji wan bê yê din nîne. Pêwîstiya me pê heye ku em peymaneke nû li ser bingeha mafê biratiyê îmze bikin.''