Li Washingtonê bi serpereştiya Mesrûr Barzanî peymanên girîng ên enerjiyê tên îmzekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, du peymanên girîng di warê enerjiyê de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û du kompaniyên mezin ên Amerîkî yên petrolê de tên îmzekirin.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro 19ê Gulana 2025an di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Amerîkayê de, di merasîmekê de li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li Waşingtonê, serpereştî û çavdêriya merasîma îmzekirina du peymanên girîng di warê enerjiyê de dike.
Her du kompaniyên Amerîkî yên petrolê, HKN Energy û WesternZagros, dê bi awayekî cuda du peymanên mezin û girîng di warê pêşxistina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze bikin.
Li gorî zanyariyan, nirxê van peymanan digihîje bi dehên milyar dolarî û dê bandoreke berbiçav û erênî li ser pêşxistina sektora petrol û enerjiyê û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja 17ê Gulana 2025an, li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Amerîkayê û bi serokatiya şandeke payebilind, bi serdaneke fermî gihîştibû Waşingtonê.
Biryar e ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de hejmarek hevdîtin û civînan ligel berpirsên bilind ên Hikûmeta Amerîkayê û Kongresê re bike. Ew dê herwiha ligel weberhêner û karsazên Amerîkî re jî li ser pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganî gengeşeyan bike.