Mark Rutte ji K24ê re: Çekdanîna PKKê derfeteke baş e ji bo aştiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Belcîka, Brukselê civîna wezîrên berevaniyê yên Yekîtiya Ewropa (YE) û NATOyê birêve diçe. Beriya destpêkirina civîna fermî, rayedarên payebilind ên YE û NATOyê derbarê prosesa aştiyê li Tirkiyeyê û egera çekdanîna PKKê de daxuyaniyên girîng dan.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte di daxuyaniyên xwe yên taybet de ji bo K24ê, amaje bi wê yekê kirin ku ev rewş "derfeteke baş e ji bo aştiyê."
Mark Rutte got: "Bêguman ev pêşhatineke girîng e. Hefteya borî me ligel Serok Erdogan jî hevdîtinek pêk anî û em her du jî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ev derfeteke baş e ku derketiye holê."
Ji aliyê xwe ve, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas got: "Tiştê ku me bihîstiye, nûçeyeke dilxweşker e ji bo herêmê, ji ber ku dê bibe sedema zêdetir ewlehî û aramiyê li navçeyê."
Herwiha, Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê, Boris Pistorius, di bersiva pirseke K24ê de li ser girîngiya prosesên aştiyê rawestiya û got: "Her proseseke aştiyê girîng e, li kîjan cih û herêmê be bila bibe."