Hunermendê Efrînî Ciwan Hesen koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd ê Efrînî Ciwan Hesen, îro 22ê Gulanê danê berbangê, li nexweşxaneyeke bajarê Helebê, ji ber şewateke giran, di temenê 45 saliyê de koça dawî kir.

Li gorî çalakvanan, hunermendê Ciwan Hesen ku roja Sêşema borî li mala xwe ya li bajarê Amûdê, ji encama teqîna butleya gazê agir pêketibû, ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî, duh ji bo nexweşxaneyeke Helebê hatibû veguhastin.

 Li gorî daxuyaniya bijîşkê pispor ê şewatê, piştî kontrolkirina rewşa Ciwan Hesen, hatibû piştrastkirin ku rêjeya şewata laşê wî %95 e û ji ber wê yekê ew rakiribûn beşa çavdêriya giran. Lê îro 22ê Gulanê danê berbangê koça dawî kir.

Ciwan Hesen sala 1980’î li bajarê Efrînê jidayik bûbû. Di sala 2018’an de, piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve, neçar ma ku ji bajarê xwe koçber bibe û heta sala 2024an li herêmên Şehbayê a li bakurê Helebê ma. Di sala 2024’an de, Ciwan Hesen ligel malbata xwe li bajarê Amûdê bicih bûbû.

Ciwan Hesen gelek stranên Kurdî nivîsandin û gotin. Hin berhemên wî ji aliyê hunermendên din ve jî hatine pêşkêşkirin. Her wiha, Ciwan Hesen wek amadekarê bernameyan û pêşkêşvan di hin dezgehên ragihandinê de jî kar kiribû.

Hunermend Ciwan Hesen hevjînek, du keç û kurek li pey xwe hişt. Koça wî ya dawî di nava civaka hunerî û Kurdî de û li tora civakî xemgîniyeke mezin çêkir.

Hunermend û dengbêjê Ednan Omer ku gundiyê Ciwan Hesen e ev gotin derbarê wî de nivîsîn: "Bi dilekî xemgînî û kul û kesereke kûr, em îro xatirê xwe ji yek ji dengên hunerî yên Efrînê, hunermendê Kurd Ciwan Hesen, dixwazin. Yê ku bi dengê xwe yê dilşewat, bûbû neynikeke rastîn ku hest, xeyal û êşên gelê xwe radixe ber çavan. Xwedêjêrazî, bi rêya hunera xwe, girêdana xwe ya kûr bi axa Efrînê re û pêwendiya xwe ya ruhanî bi deşt û çiyayên wê re anîbû ziman. Dengê wî yê dilovan, dengê mazlûm û mişextkiriyan bû, tije hestên durist û bê riyakarî bû û xwediyê gotina rastiyê bû.”