Çînê "Roja xwe ya Çêkirî" bi serkeftî xebitand

Navenda Nûçeyan (K24) – Di destkeftiyeke bêhempa de ku dibe mirovahiyê nêzîkî şoreşekê di cîhana enerjiya alternatîf de bike, Çînê ragihand, wê bi serkeftî "Roja Çêkirî" bi germahiyek ku gihiştiye 100 milyon pileya Celsius, ango 5 caran ji germahiya navika roja rastîn zêdetir, xebitand.

Çînê heta niha nêzîkî 840 milyon Euro ji bo vê projeya mezin xerc kiriye. Armanca projeyê ew e ku enerjiya paqij, ewledar û bêsînor hilberîne, ku dişibe enerjiya ku ji hundirê stêrkan derdikeve.

Li gorî fîzîknasê Çînî Song Yuntao, ev destkeftî gaveke girîng e ber bi "guhertineke bingehîn" di avakirina reaktorên bazirganî de ku ji bo hilberandina kehrebeyê ji enerjiya hevgirtina navokî (fusion) tên bikaranîn.

"Roja Çêkirî" çi ye?

Tevî navê xwe yê balkêş, "Roja Çêkirî" ne stêrkeke ronîdar li esman e, belkî reaktoreke mezin a hevgirtina navokî ye ku bi navê EAST (Experimental Advanced Superconducting Tokamak) tê nasîn. Fonksiyona wê ew e ku tiştên di hundirê rojê de diqewimin pêk bîne, bi rêya yekkirina hîdrojenê ji bo çêkirina helyûmê, ku ev pêvajo miqdarek mezin enerjiyê derdixe holê.

Pirsgirêka herî mezin di vê taqîkirinê de, parastina aramiya plazmayê (rewşa madeyê ya pir germ) ji bo demek têr dirêj bû, ku Çînê di vî warî de serkeftin bidest xist.

Ev cure reaksiyona navokî bi tevahî ji parçebûna navokî (fission) ya ku di santralên enerjiyê an reaktorên navokî yên kevneşopî de tê bikaranîn cuda ye. Ji ber ku ew bermahiyên radyoaktîf ên xeternak çênake, madeyên ku dikarin biteqin bikar nayne, gazên serayê (greenhouse gases) dernaxe û bermahiyên navokî yên demdirêj jî nahêle. Ev yek, bi kêmanî ji aliyê teorîk ve, wê dike vebijarkeke îdeal ji bo paşeroja enerjiya domdar.

Pêşbaziya Navneteweyî û Hêviyên Pêşerojê

Di vî warî de pêşbaziyeke dijwar heye. Li gel Çînê, 35 welat beşdarî projeyeke mezin a navneteweyî ya bi navê ITER (International Thermonuclear Experimental Reactor) dibin ku li Fransayê tê avakirin. Armanca ITERê pêşxistina reaktoreke hevgirtina navokî ya cîhanî ye. Di nav welatên beşdar de Amerîka, Japonya, Rûsya, Koreya Başûr û Hindistan hene.

Zanyar di wê baweriyê de ne ku eger serkeftin di vî warî de berdewam bikin, dibe ku em ji her demê bêhtir nêzîkî bidestxistina çavkaniyeke enerjiyê ya bêdawî, dostê jîngehê û ku gefê li jiyanê nexwe, bibin.