Hevserokê DEM Partiyê: Divê em bi rêya parlamentoyê aştiyê pêk bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Tirkiye li ber du rêyan e û tekane bingeha proseya nû ya ku dikare were destpêkirin demokrasî ye. Bakirhan bang li hemû aliyan kir ku piştgiriyê bidin proseya aştiyê û bi rêya parlamentoyê gav bên avêtin.

Ev daxuyanî beriya civîna Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ku îro 22ê Gulanê ya bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê birêve çû, hat dayîn.

Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya çareseriyeke demokratîk û aştiyane û wiha got: "Du rê li pêşiya me ne; yan em ê rêya şaş hilbijêrin û pirsgirêk û qeyran dê berdewam bikin, yan jî em ê rêya rast hilbijêrin ku ew jî rêya aramiyê ye û em ê tê de bigihîjin aştiyê. Pêwîst e em bêyî ku wextê winda bikin, aştiyê pêk bînin."

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan herwiha destnîşan kir ku "Bangawaziya Bahçelî û Ocalan û piştgiriya Erdogan, herwiha kongreya PKKê, girêka nîv sedsalê vekirin û rewş ji şer guherand ji bo pêkanîna aştiyê."

Bakirhan tekez kir, bingeha herî girîng a vê proseya nû demokrasî ye û wiha berdewam kir: "Tekane bingeha proseya nû ya ku em pişta xwe pê girêdidin demokrasî ye. Guhertinên li herêmê jî ev yek ji me re derxistiye holê ku du rê li pêşiya me ne; yek jê ew e ku şer, alozî û rûbirûbûn dê berdewam bikin.”

Herwiha got: “Rêya duyemîn jî ew e ku em ber bi rêya aştiyê ve biçin û aramiyê ji bo welatê xwe bînin. Ji ber vê yekê em daxwaza piştgiriyê ji hemû aliyên Tirkiyeyê dikin ku piştgiriyê bidin proseya aştiyê û bi rêya parlamentoyê gav ji bo proseyê bên avêtin."

Di dawiya axaftina xwe de, Bakirhan hişyariyek da û got: "Yan em ê têkiliyên Kurd û Tirkan li ser bingeha demokrasiyê ji nû ve ava bikin, yan jî em ê weke senaryoyên karesatên Rojhilata Navîn ji holê rabin."

 
Fly Erbil Advertisment