Kemal Mihemed: Em hilberîna gaz û elektrîkê zêde dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ragihand, Herêma Kurdistanê şiyana hinardekirina 400 hezar bermîlên petrolê rojane heye. Herwiha da zanîn ku bi îmzekirina du peymanên nû, dê karibin berhemanîna gazê û enerjiya elektrîkê jî zêde bikin.
Kemal Mihemed, îro 22ê Gulanê li Konferansa Enerjiyê ya li Washingtonê beşdarî panelekê bû û tê de got: "Li gorî destûra Iraqê û yasaya Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya sala 2007an, me gelek peyman îmze kirine. Li gorî van peymanan, em rojane 400 hezar bermîl petrol hinarde dikin."
Derbarê berhemanîna gazê de, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî diyar kir: "Niha Herêma Kurdistanê xwedî 650 milyon pê sêca gaz e. Ji bo pêşxistina berhemanîna gaza xwezayî, me du peymanên nû îmze kirine. Tevî ku Hikûmeta Iraqê li dijî van peymanan e, armanca me dabînkirina zêdetir enerjiya elektrîkê ye ji bo seranserê Herêma Kurdistanê. Ji ber ku ew qas gaza ku heta niha tê berhemanîn, tenê dikare %50ê pêdiviya elektrîkê ya Herêma Kurdistanê dabîn bike."
Li ser hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdekirina berhema elektrîkê û piştrastbûna bi şiyana navxweyî, Kemal Mihemed got: "Heta sala 2007an, tenê 100 heta 150 megawatt elektrîka me hebû. Lê belê, niha berhema me gihiştiye zêdetirî heşt hezar megawattî. Ji vê hejmarê, zêdetirî pênc hezar megawatt ji aliyê kompanyayeke Amerîkî ve tê dabînkirin, ku ev dike %64ê tevahiya berhema elektrîkê ya Herêmê. Beşek ji vê elektrîkê jî ji bo herêmên din ên Iraqê tê şandin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî bo Amerîkayê de, 19ê Gulana 2025an li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkî li Waşingtonê, serpereştî û çavdêriya merasîma îmzekirina du rêkeftinên girîng di warê enerjiyê de kiribû.
Di wê merasîmê de, herdu kompanyayên petrolê yên Amerîkî, "HKN Energy" û "Western Zagros", bi awayekî cida du rêkeftinên mezin û stratejîk di warê pêşxistina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin. Hat ragihandin ku nirxê van rêkeftinan digihîje bi dehên milyar dolaran û dê bandoreke wan a berbiçav û erênî li ser pêşxistina sektora petrol û enerjiyê û herwiha binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê hebe.
