Destpêka Nû li Diyarbekirê komcivînek lidar xist
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di komcivîna bi navê “Siyaseta Kurd de Yekîtî û Rêya Alternatîf” hat li darxistin, beşdarên komcivînê amaje kirin ku çekdanîna PKKê rê li ber tekoşîna siyasî vedike û bal hate kêşan ku li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi tevgereke nu ya siyasî heye. Ji bo vê yekê jî rêbaz û proje hatin pêşkêşkirin.
Ji aliyê Koma Destpêka Nû ve li Diyarbekirê Komcivînek bi navê Siyaseta Kurd de Yekîtî û Rêya Alternatîf tê li darxistin û ji bo komcivînê 300 kes hatine vexwendin. Di komcivînê de siyasetmedar, nivîskar, akademisyen ji bo ku li Bakurê Kurdistanê di warê siyasî de nûnertiyek xurt a neteweyî were pêkanîn nêrîn û pêşniyarên xwe peşkeş dikin. Amadekarên komcivînê balê dikêşin ku li Bakurê Kurdistanê valahiyek derketiye holê û pêdivî bi tevgereke nu ya siyasî heye û bo vê yekê lêgerîn jî hene ku êdî divê bi denegeke bilind yên ku di vê lêgerînê de ne vê yekê bînin ziman.
Berdevkê Grûpa Destpêka Nû Baha Mûtlû ji K24ê re got: “Daxwazek wisa di nav gel de heye, lê bi piste pist tê gotin, divê êdî ne bi piste pistan bi dengeke bilind were gotin, bo vê ev demeke en xebatan dimeşînin, me amadekarî kirine, em hewil didin ku wî rihê Kurdistanî careke din vejînin.”
Di komcivînê de bal hate kêşan ku gelek partî û rêxistinên kurdistanî yên ku nêzîkî hev difikirin ji hev cuda ne û êdî divê gavên şênber werin avêtin û bernameyeke hevpar were danîn da ku di vê dema ku rojhilatanavîn de guherînên mezin dest pê kirine de kurd jî mafên xwe bi dest bixin.
Siyasetmedar Altan Tan dibêje: “Divê siyaseteke nu derkeve holê, di vê pêvajoya li Tirkiye behsa desturek nu tê kirin de û li Surî navbera Ehmed Şara û Mezlum Ebdî de hevdîtin hene de ku Birêz Mesud Barzanî jî navbeynkarî dike, gelo wê kurd cihek çawa de bin, pirsa sereke ev e.”
Di komcivîna Destpêka Nu de tevahiya beşdaran dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi tevgereke nu ya siyasî heye û bo vê yekê jî dê hewi were dayîn ku bernameyek hevgirtî derbikeve holê.