Kanala Sûriyeyê: Îsraîlê hêzên xwe li başûrê welatê me bicih kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Televîzyona nû ya Sûriyeyê parve kiriye ku, karwanekî hêzên artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê hatiye bicihkirin da ku hêzên xwe zêdetir bikin.
Televîzyona nû ya Sûriyeyê îro (Yekşem, 25ê Gulana 2025ê) parve kir, “Karwanekî Îsraîlê, ku ji 14 timbêlên serbazî û sê tankan pêk tê, li ser rêya navbera bajarkê Hemîdiye û avahiyê parêzgeha Quneytireyê li başûrê Sûriyeyê hatiye bicihkirin.”
Wê kanala televîzyonê amaje jî da, “Her ku diçe hêzên Îsraîlê çeperên xwe li devera tena zêdetir dikin, lê hîna jî çi ravekirineke fermî nehatiye dayîn.”
Rojnameya Israel Hayomê pêştir parvekiribû, “Tirkiye û Îsraîlê li hev kiriye ku ji bo dûrketina ji pevçûnên serbazî li Sûriyeyê hevahengiyê bikin.”
Wê rojnameyê tekez jî kiribû, “Ew hevahengî zêdetir tevgerên hêzên asmanî vedigire. Di eynî demê de jî Îsraîl cidî ye ku, divê ti hêzek li başûrê Sûriyeyê neyê bicihkirin.”
Tora 24ê ya Îsraîlî ya nûçeyan jî piştrast kir ku, Tirkiye û Îsraîl li ser astê diplomasî li ser mijarên hilawîstî yên li Sûriyeyê li hev kiriye. Amaje jî dabû ku, Amerîka piştgirîya wê lihevkirinê dike û ji Îsraîlê jî re ragehandibû ku zêdetir bizavê neke ku êrîşî nav axa Sûriyeyê bike.