Humis: Salvegara 13emîn a Komkujiya Holê bi daxwaza dadweriyê hat bibîranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derbasbûna 13 salan di ser Komkujiya Holê ya li gundewarê parêzgeha Humsê re, malbatên qurbaniyan, çalakvan û parêzeran bi çalakiyekê salvegara komkujiyê bibîr anîn. Di çalakiyê de daxwaza sereke dadwerî ji bo qurbaniyan û sizakirina berpirsyarên komkujiyê bû.
Di Komkujiya Holê de, ku di Gulana 2012an de di destpêka şoreşa Sûriyê de pêk hatibû û zêdetirî 100 kes hatibûn kuştin, ku piraniya wan jin û zarok bûn. Li gorî daxuyaniyên şahidan û xizmên qurbaniyan, artêşa Sûrî û hêzên hikûmetê yên bi piştgiriya milîsên Şebîhe ketibûn bajêr û dest bi kuştina sivîlan kiribûn.
Mihemed Seyd, yek ji welatiyên Holê ku xizmên wî di komkujiyê de hatine kuştin, ji K24ê re ragihand: "Di destpêkê de artêşa Sûrî û hêzên hikûmetê û piştre jî milîs ketin nav bajêr. Komkujî roja Înê demjimêr 6ê êvarê dest pê kir. Tenê ji malbata Ebdulrezaq 80 kes hatin kuştin, û nêzîkî 20 kes jî ji malbata min hatin kuştin."
Di çalakiya bibîranînê de, ku tê de dîmenên ji komkujiyê li ser ekraneke mezin hatin pêşandan, beşdaran xemgînî û hêrsa xwe anîn ziman. Samîr Mihemed, yek ji xizmên qurbaniyan, got: "Em îro weke malbatên qurbaniyên Komkujiya Holê daxwaza destpêkirina dadweriya veguhestê dikin, da ku kesên berpirs û tawanbar bên kirin armanc, çi li nav Sûriyê bin, çi li derveyî welat bin."
Parêzer Samîr El-Diyeî jî diyar kir, Komkujiya Holê yek ji tawanên mezin e ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye kirin û got: "Em îro salvegera wê ya 13 salan bi bîr tînin. Piştî fermana avakirina dadweriya veguhestê, em weke malbatên qurbaniyan, çalakvan, parêzer û rêxistinên sivîl, ji bo vê mekanîzmayê alîkar bin û daxwaza mafên qurbaniyan û sizakirina berpirsan bikin."
Di dema bibîranîna salvegerê de, hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta nû ya Sûriyê ve ragihandin ku wan hejmarek kesên berpirsiyar di komkujiyê de desteser kirine.
Malbatên qurbaniyên Holê careke din bang li hikûmeta Sûriyê kirin, da ku tawanbarên Komkujiya Holê û hemû komkujiyên din ên li Sûriyê bên dadgehkirin û sizadan.