Hevserokên DEM Partiyê serdana Devlet Bahçelî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hewldanên ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê û diyalogê de, serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî yên Tirkiyeyê didomîne. Di vê çarçoveyê de, hevserokên DEM Partiyê îro 27ê Gulanê serdana Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî dikin.
Li gorî agahiyan, hevdîtina di navbera şanda DEM Partiyê û Devlet Bahçelî de îro demjimêr di 11:30'an de pêk tê. Ev serdan piştî ku DEM Partiyê, li dû biryara PKKê ya ji bo çekdanîn û xwehilweşandinê, biryara destpêkirina gereke nû ya serdanan dabû, pêk tê.
Devlet Bahçelî berê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku "çûka aştiyê bi yek baskê nikare bifire" û bang li aliyên desthilatdar û DEM Partiyê kiribû ku ji bo pêvajoyê gavên pêwîst bavêjin.
Serdanên DEM Partiyê yên ji bo partiyên siyasî dê berdewam bikin û tê payîn ku di demeke nêzîk de bi Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) re jî hevdîtinan pêk bîne.
Hefteya borî, şandeke DEM Partiyê serdana Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê (Siberojê) kiribû û li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê gotûbêj kiribûn.