Lavrov pêşniyara gera duyê ya danûstandinan bi Ukraynayê re dike

Sergey Lavrov û Hakan Fidan
Sergey Lavrov û Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê pêşniyar dike ku, gereke din a danûstandinan bi Ukraynayê re dîsa li Stenbolê bê lidarxistin. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê jî dibêje ku, welatê wî amade ye di her demekê de be mêvandariya danûstandinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro (Sêşem, 27ê Gulana 2025ê) di çarçoveya ya konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re got, "Me bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re civînek pir baş kir û me mijara hinardekirina genim bi rêya Deryaya Reş, şerê Ukraynayê û gereke din a danûstandinan di navbera Mosko û Kiyêvê de nîqaş kirin."

Lavrov amaje jî da, "Stenbol bajarekî pir baş e, lewma ez pêşniyar dikim ku gera duyê ya danûstandinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de dîsa li wî bajarî bê lidarxistin."

Her ji bo vê meremê jî, wî rêz û spasiyên xwe ji bo bizavên Enqereyê ji bo alîkariya rêkxistina danûstandinên rasterast di navbera Mosko û Kiyêvê de anîn ziman.

Navbirî di derheqa êrîşên Rûsyayê yên li ser bingehên leşkerî yên Ukraynayê de jî ragihand, "Ji ber ku Ukrayna berdewam êrîşî ser jêrxaneya sivîl a Rûsyayê dike, êrîşên Rûsyayê li ser navendên leşkerî yên wî welatî normal in."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez jî kir ku, Serokê Amerîkayê daxwaza berdewamkirina danûstandinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de dike. Herwesa got, "Welatên Ewropayê fêm dikin ku ew nikarin şerê li Ukraynayê bidomînin. Ew ditirsin ku Trump wan biterikîne û cezayan li ser wan bisepîne."

Sergey Lavrov li ser biryara Almanya ya şandina mûşekên dûravêj ji bo Ukraynayê nîgeraniya xwe anî ziman û got, “Mixabin Almanyayê berî demekê bi dizî ve biryar daye ku mûşekên dûravêj ji Ukraynayê re bişîne da ku xaka me bike armanc.”

Navbirî di derheqa Sûriyeyê de jî got, "Em pêşwaziya rakirina cezayên li ser Sûriyeyê dikin û diviyabû ku ev biryar zûtir bihata dan." Herwesa ragihand, "Em dixwazin me bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re têkiliyên baş hebin û me wezîrê Sûriyeyê jî vexwendiye ku serdana Moskoyê bike."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê di nav gotinên xwe de tekez jî kir, “Divê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê rêyê li teqîna rewşa wî welatî û hilweşîna dewletê bigirin.”

Hakan Fidan

Fidan: Tirkiye ji bo yekîtiya Sûriyeyê xebata xwe didomîne

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, welatê wî amade ye di her demekê de be mêvandariya danûstandinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de bike û vê yekê jî wekî erkê xwe dibîne.

Hakan Fidan herwesa got, "Me pêştir amadebûna xwe ji bo mêvandariya çalakiyeke wesa nîşan daye û em di her demekê de ji bo wê amade ne, herwesa ev ji bo devera me û ji bo aştiyê li cîhanê erkek e."

Navbirî amaje jî da, “Ji destpêka şerê Rûsya-Ukraynayê ve, Erdogan bang li civaka navneteweyî kiriye ku zû desttêwerdanê bikin û li pey aştiyê bigerin. Bê guman em dixwazin arêşeya di navbera her du welatan de bê çareserkirin û her du alî lihevkirinekê bikin. Herwesa em dê di vî warî de li ser pêşkêşkirina hemî alîkariyan berdewam bin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di derheqa Sûriyeyê de jî got, “Me bi Lavrov re danûstandin li ser rewşa Sûriyeyê û rakirina cezayên li ser wî welatî kirin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî rakirina cezayên li ser Sûriyeyê wekî gaveke girîng binav kir.”

Hakan Fidan tekez jî kir, “Tirkiye dê ji bo hevgirtina Sûriyeyê û yekparçeyiya axa wê xebata xwe bidomîne.” Herwesa got, "Em daxwazê ji hemî aliyan dikin ku, pabendî peymana 10ê Adarê bin, ku di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de hatiye îmzekirin."

Gera yekê ya danûstandinên rasterast di navbera Rûsya û Ukraynayê de li roja 16ê Gulana 2025ê li Stenbolê hat lidarxistin.

Piştî danûstandinan, Serokê Şanda Rûsyayê li Stenbolê ragihand, "Em dê danûstandinên xwe yên bi Ukraynayê re bidomînin û em ji encamên danûstandinên îro razî ne."

Hakan Fidan û Sergey Lavrov 

 

 
 
Fly Erbil Advertisment