Sibe aliyên siyasî li Pîrmamê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî agahiyên Kurdistan24ê, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê sibe li Pîrmamê dicivin, da ku li ser biryara Wezareta Darayî ya Iraqê danûstandinan bikin.
Çavkaniyekê ji Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (În, 30ê Gulana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dê sibe li ser biryara Wezareta Darayî ya Iraqê bicivin û dê bi hev re biryareke hevpar di berjewendiya welatiyan de bidin.”
Piştî şandina lîsta mûçeyên meha Gulanê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî pêr (Çarşem, 28ê Gulana 2025ê) di nameyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kir ku, êdî ew nikare li ser şandina mûçeyan berdewam be, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û ew yek bi pabendbûna bi biryara dadgeha federal û qanûna budçeya giştî ve girê daye.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî duhî (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) li beranberî wê biryarê ragihand, "Em raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê haydar dikin ku hikûmeta federal li ser binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê berdewam e, binpêkirina herî dawî jî nivîsara duhî ya Wezareta Darayî ye, ku li dijî destûr û bingehên peymana pêkanîna hikûmetê ye û siyasîkirina qûtê xelkî ye."
Fraksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Iraqê jî duhî (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de got, “Em ji ber biryara Wezareta Darayî ya Federal û rawestandin, nedan û neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê matmayî mane.”
Fraksiyonên Kurdistanî amaje jî daye, “Bi liberçavwergirtina rewşa mirovî û ew rewşa dijwar a ku fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber siyasetên Wezareta Darayî ya Federal tûş bûne gihîştiye asta birçîkirinê û şerê jiyara wan a rojane, armanceke siyasî li pişt vê biryarê heye û binpêkirina destûrê Iraqê ye, ku li dû madeya 37/Yekê parastina rêz û rûmeta welatiyan bê ku şert û merc çi bin garantî dike.”