Zêdetirî 200 malbatên Iraqî ji kampa Holê vegeriyan welatê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetirî 200 malbatên Iraqî Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê bi cih hiştin û vegeriyan Iraqê. Ev pêvajo di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê yên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de birêve çû.
Berpirsê nivîsgeha derketinê li Kampa Holê Şukrî Hacî ji medyaya xwecihî ya Iraqê re ragihand: "Ev ji destpêka îsal ve 26emîn karwana vegerandina Iraqiyan e bo welatê wan." Herwiha got jî: "Karwana vê carê ji 223 malbatan pêk tê ku hejmara wan digihîje 832 kesan."
Şukrî Hacî da zanîn, "vegera wan malbatên Iraqî yên ku dixwazin vegerin welatê xwe, bi hevahengiya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Iraqê de berdewam e." Li gorî Hacî, ew malbatên Iraqî bi zêdetirî 20 otobusên Iraqî ji Kampa Holê bo Iraqê hatine veguhestin û hêzên Amerîkî ji bo misogerkirina ewlehiya gihîştina wan, hevrêtiya karwanê kirine.
Di nîvê meha Nîsanê de, 241 malbatên ku ji 865 kesan pêk dihatin, Kampa Holê bi armanca vegerê bo Iraqê bi cih hiştibûn.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê berê eşkere kiribû ku hejmara kesên ku ji Kampa Holê li Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin, zêdetirî 15 hezar kes e, ku piraniya wan jin û zarok in. Herwiha, zêdetirî 12 hezar û 600 Iraqiyên din hîn jî li kampê mane û li benda veguhestinê ne.
Rewşa Kampa Holê
Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê. Kamp di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ewlekarî û karûbarên wê yên ewlehiyê bi rê ve dibe.
Berî niha, Neteweyên Yekbûyî û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) gelek caran derbarê metirsiyên ku ji kampê derdikevin hişyarî dabûn, nemaze ji ber ku zarokên li kampê ji aliyê dayikên xwe ve hînî tundrewiyê dibin.