Li Munchenê Rojên Fîlmên Kurdî: Derfetek ji bo naskirina çand û êşên Kurdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Munchenê yê Almanyayê, ji bo cara sêyemîn "Rojên Fîlmên Kurdî" dest pê kirin. Ev çalakî, ku wek platformeke girîng ji bo danasîna çand, huner, nasname û pirsgirêkên Kurdan tê dîtin, dê deriyê xwe ji temaşevanên Kurd, Alman û Ewropî re veke.

Peyamnêrê K24ê li Munchenê da zanîn, festîval roja 30î Gulanê dest pê kir û heta 2ê Hezîranê berdewam dibe. Çalakiyên bi vî rengî her tim derfetekê ji bo nîşandana nasnameya Kurdî, çanda Kurdî hem ji bo dîasporayê û hem jî ji bo Almanan û Ewropiyan peyda dikin.

Di çarçoveya festîvalê de, Rêvebera Bernameya Festîvalê Mehriban Salih spasiya K24ê kir û bal kişand ser girîngiya lidarxistina festîvaleke wiha li Munchenê. Herwiha got: "Munchen şareke zor girîng û stratejîk e li Almanyayê û di heman demê de şareke fireneteweyî ye. Hemû netewe derfet ji wan re hatiye dayîn ku çand, ferheng û zimanê xwe parve bikin. Ji ber vê yekê, ji bo me wek gelê Kurd jî zor girîng e ku em huner û çanda xwe bi neteweyên din ên li Münchenê û bi Almanan re parve bikin."

Derbarê naverok û fokusa fîlmên îsal de, Mehriban Salih diyar kir ku hewl dane mijarên cihêreng hilbijêrin ku êş û çîrokên gelê Kurd radixin ber çavan. Herwiha got, "Me hewl da ku naveroka fîlman îsal zor bi awayekî cihêreng be. Mijarên wekî Enfalan tên destgirtin, ji ber ku em wek Kurd bi çîrokên zor bi êş re rûbirû mane. Fîlmên me behsa Enfalê, jenosîda Êzidiyan dikin. Herwiha, belgefîlmên li ser karîgeriya pîsbûna jîngehê li Kurdistanê jî hene."

Mehriban Salih bal kişand ser bernameyeke taybet ji bo zarokan û got, "Îsal me hewl da ku bernameyeke perwerdeyî ji bo zarokan jî bînin Rojên Fîlmên Kurdî li Munchenê. Ev bername bi hevkariya saziyeke perwerdeyî ya Almanî ya bi navê 'Kreisjugendring Munchen-Stadt' (KJR) li bajarê Munchenê tê lidarxistin. Em kêfxweş in ku me karî vê bernameyê jî bînin da ku zarokên Kurd ên li vir li Munchenê bikarin bibînin û sûdê jê werbigirin."

Festîvala Fîlmên Kurdî li Munchenê, ku ji aliyê Civata Kurdî û bi hevkariya saziyên çandî yên bajêr tê amadekirin, wek pireke çandî di navbera civaka Kurd û civakên din de tê dîtin. Ev cure festîval ne tenê ji bo danasîna sînemaya Kurdî, lê herwiha ji bo afirandina diyalogeke kûr a çandî û têgihiştineke baştir ji bo pirsgirêk û dewlemendiyên gelê Kurd li qada navneteweyî xizmetê dikin.