Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Hezîranê merasîma derçûnê ya xula heftemîn a Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê birêve diçe. Di merasîmê de 93 xwendekar bawernameyên xwe yên derçûnê werdigirin û hejmarek kesayetî û mêvanên navxweyî û biyanî jî beşdar dibin.
Ev şeşemîn merasîma derçûnê ya xula heftemîn e li Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê. Di sala 2020an de, ji ber vîrusa Koronayê, merasîm nehatibû lidarxistin, piştre di sala 2021ê de her du merasîm bi hev re hatin kirin.
Di vê xulê de, 93 xwendekarên ji her çar kolejên Huner û Zanist, Karsazî, Endezyarî û Perestarî bawernameyên xwe yên derçûnê werdigirin. Di nav wan de 18 xwendekarên serkeftîtirîn ên kolejan hene.
Îsal, cara yekem e ku 23 xwendekarên Koleja Perestariyê ya zanîngehê derdikevin û bawernameya bekeloryosê werdigirin. Xwendina van xwendekaran bêpere ji aliyê Mesrûr Barzanî, Serokê Desteya Emîndaran a Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê, û Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatibû dabînkirin.
Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê
Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê di sala 2014an de hatiye damezrandin. Heta niha şeş xulên derçûnan bawernameyên xwe wergirtine û zêdetirî 700 derçûyên wê di beşên cuda de hene, ku niha hinek ji wan li zanîngehên navdar ên cîhanê xwendina xwe ya bilind didomînin.
Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê ji çar kolejan û 10 beşên zanistî yên cuda pêk tê, wekî: Rêveberiya Karsaziyê, Zanista Kompîterê, Dîzayna Navxweyî, Siyaseta Giştî, Medya û Peywendiyan, Perestarî û Endezyarî. Ev zanîngeh, ji aliyê herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê ve, bawernameya wê hatiye pejirandin û yek ji zanîngehên asta bilind û naskirî yên Iraq û herêmê ye.
Zimanê xwendinê li Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê Îngilîzî ye û bi sîstema "Hunerên Azad" (Liberal Arts) xwendekaran perwerde dike. Ev sîstem pêşkêşkirina gelek korsên cihêreng ên zanistên mirovî û xwezayî ji xwendekaran re li xwe digire, berî ku ew di pisporiyeke diyarkirî de dest bi xwendinê bikin. Ev cure sîstem li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi berfirehî tê bikaranîn.