Kurdên li diyasporayê rexneyê li helwesta hikûmeta Iraqê digirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Kurdên diyasporayê nîgeraniya xwe li bernaberî wê siyaseta ku hikûmeta Iraqê li dijî mûçexurên Herêma Kurdistanê dimeşîne diyar dikin. Ew Amajeyê didin ku eger berê bi şer û rêyên leşkerî Bizava nehêlana Kurdan dikir, niha jî dixwazin bi rêya çêkirina astengan ji bo mûçeyên fermanberan pirsgirêkan ji bo Herêma Kurdistanê biafirînin.
Berpirsê Mala Kurdî li Belçîkayê Şiwan Tahirî dibêje, "Ew peymanên di warê enerjiyê de ku Herêma Kurdistanê bi çend şîrketên Amerîkayî re îmze kirine pir baş û girîng in. Ger Bexda mûçeyan neşîne, bila neşîne. Bila em ji bo petrola ku me heye serî li Amerîka û Ewropayê bidin, da ku Bexda li xwe vegere."
Serokê Komeleya Heviyê li Belçîkayê Ekrem Hamo jî dibêje, “Ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmeke federal e, Bexda nikare wekî berê êrîşên leşkerî, kuştin û talankirinê pêk bîne. Tiştê ku ew dikin di birîna mûçeyên xelkê de meseleyeke şexsî û hinceteke siyasî ye.”
Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Dr. Îsmaîl Kamil jî dibêje, "Hikûmeta Iraqê destûrê binpê dike. Ew komek in ku hatine pirsgirêkan ji bo her projeyeke Kurdistanê û çê bikin û li dijî her projeyeke Kurdistanê derdikevin.”
Ji aliyekî din ve jî Ehmed Alan ku li Belçîkayê mamostayên zanîngehê ye dibêje, "Nabe ku em ti tiştekî ji hikûmeta Iraqê hêvî bikin. Em nikarin bi wan re wekî du welatiyan li wî welatî bijîn. Em nikarin xwe wekî Iraqî bibînin ji ber ku em hîn jî li Iraqê welatiyên nimre du ne."
Mistafa Kamil ê çalakvan jî li Belçîkayê radigehîne, "Birîna mûçeyan li tevaya Herêma Kurdistanê ye, lê mixabin ew bi vî rengî mala Kurdistanê parçe dikin."
Di derheqa nebûna dewletê de jî, Berpirsê Dezgeha Senger û Pêşmerge li Ewropayê Ebdulrezaq Mecîd dibêje, "Eger dewleteke me hebe, ti kesek nikare êrîşî welatê me bike."
Piştî şandina lîsta mûçeyên meha Gulanê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî li roja Çarşema borî (28ê Gulana 2025ê) di nameyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kir ku, êdî ew nikare li ser şandina mûçeyan berdewam be, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û ew yek bi pabendbûna bi biryara dadgeha federal û qanûna budçeya giştî ve girê da.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî li roja Pêncşema borî (29ê Gulana 2025ê) li beranberî wê biryarê ragihand, "Em raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê haydar dikin ku hikûmeta federal li ser binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê berdewam e, binpêkirina herî dawî jî nivîsara duhî ya Wezareta Darayî ye, ku li dijî destûr û bingehên peymana pêkanîna hikûmetê ye û siyasîkirina qûtê xelkî ye."
Fraksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Iraqê jî her wê rojê (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de got, “Em ji ber biryara Wezareta Darayî ya Federal û rawestandin, nedan û neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê matmayî mane.”
Fraksiyonên Kurdistanî amaje jî daye, “Bi liberçavwergirtina rewşa mirovî û ew rewşa dijwar a ku fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber siyasetên Wezareta Darayî ya Federal tûş bûne gihîştiye asta birçîkirinê û şerê jiyara wan a rojane, armanceke siyasî li pişt vê biryarê heye û binpêkirina destûrê Iraqê ye, ku li dû madeya 37/Yekê parastina rêz û rûmeta welatiyan bê ku şert û merc çi bin garantî dike.”