Ezîz Ehmed: Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide pêşengiya Serokê Banka Navendî ya Iraqê

Ezîz Ehmed
Ezîz Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kir û daxwaza kir ku zelal bibe ka çima Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevlîbûna Banka Rafîdeynê di projeya Hejmara Min de razî nebû.

Cîgirê Birêveberê Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed di wê peyamê de amaje da ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê meha borî ji Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê re ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide pêşengiya Serokê Banka Navendî Elî Elaq ji bo çaksaziyê di sektora bankan de.

Cîgirê Birêveberê Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de gotiye, “Em piştgiriyê didin çavdêriya tevav a Banka Navendî ya Iraqê li ser hemî bankan, tevî bankên Dewletê. Herwesa gotiye, "Divê qanûn ji bankên Reşîd, Rafîdeyn û TBI bigirin wekî ku ji bankên din ên nehikûmî yên welatî digire, ev jî bi hûrbîniyên salane û derveyî dest pê dike."

Ezîz Ehmed amaje jî daye, "Hebûna rêkxistinkerekî bankan a serbixwe û bêalî di berjewendiya tevaya Iraqê de ye, tevî Herêma Kurdistanê. Divê desthilatdariya pêdivî ji Banka Navendî ya Iraqê re bê dan ku, baweriya sektora bankan a pêrenegihîştî vegerîne, ku di du salên borî de zêdetirî 30 bankan hatine cezakirin an jî dorpêçkirin.”

Navbirî herwesa gotiye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser peyrewkirina mafê xwe yê destûrî ji bo parastina bikarînerên Herêma Kurdistanê ji spîkirina û birina biqaçaxî ya pereyan berdewam be, ku ev jî di berjewendiya tevaya Iraqê de ye.”

Rojnameya “The Wall Street Journal”ê îro (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, şîrketa Key Cardê ku hevpara Banka Rafîdeynê ye ji bo dûrxistina kartên bankan, her mehê mûçeyên 7 milyon mûçexuran dide, nêzîkî 500 milyon dolaran bi qaçaxî gihandine Îmarat, Urdun, Tirkiye û welatên din.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment