Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî cotkarên Enkaweyê tên qerebûkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî cotkarên Enkaweyê bi erdên Ebreşiyeya Kildanî û erdên serbazgeha rejîma berê tên qerebûkirin.

Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) ragihand, welatî dê ji bo erdên xwe qerebûyê werbigirin û doza erdê 390 û erdên çandiniyê bidawî dibe, tevî wê jî erd ji girtiyên siyasî yên xelkê Enkaweyê re jî tê dabînkirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa biryar daye ku projeya Mala Hediyabê ya akincîbûnê ji bo ciwanên Enkaweyê bê bicihanîn, tevî piştgiriya darayî ji bo projeya Baxçeyê Babilê li wî bajarkî. Biryar li ser wê yekê jî da ku, piştevaniya konferansa girêdayî pêşxistina bajarkê Enkaweyê bike, zêdebarî derxistina rênimayên nû ji bo rêxistina saziyên bazirganî û geştiyariyê.

Wezîrê Veguhestin û Gihandin yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher îro (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) bi hevaltiya Serokê Komîteya Navçeya Enkaweyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Esîl Meqdesî, Şaredarê Enkaweyê Arî Xerîb, Serokê Komeleya Marodayê ya Çandiniyê Ziyad Selman Hisênî, tevî nûnerên erdên Ebreşiyeya Hewlêrê û kesên ku girêdayî wergirtina erdên çandiniyê û zindaniyên siyasî ne serdana Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw kir, ji bo şopandina biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên girêdayî bajarkê Enkaweyê û xelkê wê.

Di wê serdanê de, danûstandin li ser rêkarên bicihanîna biryarên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatin kirin ku gihîştine qonaxa dawiyê. Wekî ku hatiye ragihandin, ew biryar piştî bizaveke sêsalî hatine bidestxistin, ji ber vê yekê jî biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî wekî biryareke dîrokî tê wesifandin.

Projeya akincîbûnê ya Hediyabê ji 720 apartmanan ji bo ciwanên Enkaweyê pêk hatiye ku hemî xizmet tê de hene, tevî projeya Baxçeyê Babilê ji bo malbatên Enkaweyê ku li ser rûberê 100 hezar metreyên çargoşe tê çêkirin.

Tevaya wan pirojeyên bajarkê Enkaweyê jî projeyên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, ku bi rêya wan bizavê dike ew bajark xweşiktir û avedantir bibe.

 
Fly Erbil Advertisment