Sefîn Dizeyî: Em pêşwaziya pêşengiyên Konsulxaneya Çînê bo veberhênanê di sektorên cuda de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezê li ser pêşxistina têkiliyên bi Çînê re dike û pêşwaziya pêşengiyên Konsulxaneya Çînê ji bo veberhênanê di sektorên cuda cuda de dike.
Gera 24ê ya Pêşbirka Jêhatîbûna Çînî (Pira Çînî) ji bo Xwendekarên Biyanî îro (Duşem, 02ê Hezîrana 2025ê) li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê dest pê kir.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de behsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Pekînê de û çend mijarên din jî kir.
Sefîn Dizeyî tekez jî kir, "Pir girîng e ku em têkiliyên xwe bi Çînê re di hemî waran de pêş bixin. Divê em dostaniya xwe bi wî welatî re biparêzin. Me pêştir jî bi Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya Hewlêrê re li ser xurtkirina dostaniya xwe kar kiriye."
Navbirî amaje jî da, "Em pêşwaziya pêşengiyên Konsulxaneya Çînê ji bo xebat û veberhênanê di sektorên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de dikin û em bi awayekî cidî lê dinêrin. Em tekez dikin ku em dixwazin hevpariya xwe bi vî welatî re zêde bikin."
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve eşkere jî kir, "Her sal serdanên dualî di navbera welatiyên Herêma Kurdistanê û Çînê de hene; welatiyên me diçin wî welatî û çand û dîroka wan nas dikin, ên wan jî her bi wî awayî tên bajarên me. Bo nimûne, dema welatiyên Çînî tên Hewlêrê, ew gelek pesnê aramî û avedaniya wê didin, ku ev jî ji bo me kêfxweşiyek e."
Pêşbirka Pira Çînî pêşbirkeke navneteweyî ya zimanê Çînî ye ku ji sala 2002ê ve ji hêla Navenda Perwerdeya Ziman û Wezareta Perwerdeyê ya Çînê ve tê lidarxistin. Armanca wê ew e ku di navbera xwendekarên Çînî yên ji çar aliyên cîhanê de têkilî û pêşbazî çê bibe û derfetan peyda bikin ku şiyanên xwe yên zimanî û têgihîştina xwe ya çanda Çînî nîşan bidin.