Selahedîn Siyamend bû serokê Federasyona Futbolê ya Kurdistanê

Di roja yekê ya destnîşankirina wî de, qehremanên Kurdistanê hatin xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Kaptinê berê yê Yaneya Hewlêrê û Hilbijartiyê Iraqê Selahedîn Siyamend li şûna Tariq Ebdulrehman wek Serokê Federasyona Futbolê ya Kurdistanê hat destnîşankirin. Di roja yekê ya xwe de, qehremanên Herêma Kurdistanê ji lîstikên cuda ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin xelatkirin.

Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îro (Duşem, 2ê Gulana 2025ê) di merasîmekê de li Hola Medyayê li bajarê Hewlêrê 68 qehremanên werzişê ji yariyên cuda cuda hatin xelatkirin, ku li ser astên navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê û cîhanê xelatên mezin bi dest xistibûn.

Ji aliyekî din ve her di wê rojê de, Selahedîn Siyamend li şûna Tariq Ebdulrehman wek Serokê Federasyona Futbolê ya Kurdistanê hat hilbijartin, herwesa çar endamên din ên nû jî hatin guhertin.

Selahedîn Siyamend stêrka berê ya Kurd a Yaneya Futbolê ya Hewlêrê, piştî ku ji Kurdistanê derket û li Ewropayê bicih bû, bi hejmareke proje û xewn û xweziyan vegeriya xizmeta Yaneya Futbolê ya Hewlêrê ya dayik. Paşî wî wekî Cîgirê Serokê Yaneya Hewlêrê dest ji karê xwe berda, lê di ezmûneke nû de wekî Serokê Federasyona Futbolê ya Kurdistanê hat destnîşankirin.

Ew li Arjantînê tevlî Mondiyala Ciwanan bû

Selahedîn Siyamend li sala 1978ê hatiye ser dinyayê, ji ciwanên Yaneya Asoyê derket, li sala 1995ê çûye Hewlêrê û 15 salan ji bo yaneya paytextî lîstiye. Pêştir ji bo ynaeya Zaxoyê jî lîstiye û nêzîk bû ku dirêsê Yaneya Dihokê jî li xwe kiriba.

Selahedîn Siyamend li sala 2001ê li gel hilbijartiyê Iraqê li welatê Arjantînê tevlî Mondiyala Ciwanan bû, li dijî hilbijartiyên Kanada, Brezîlya û Almanyayê lîst. Kurê Kurd di wê mondiyalê de bi astekî nimûneyî serkeftina 3-0 li dijî Kanadayê bi ser keft. Gola duyê ya hilbijartiyê Iraqê bi lêdaneke mûşekî ji aliyê Selahedîn Siyamend ve hat tomarkirin.

Selahedîn Siyamend wekî lîstikvanê sereke di Mondiyala Ciwanan de li dijî hilbijartiyê Brezîlyayê lîst, û kurê Hewlêrî di wê yariyê de li dijî Ricardo Kaka, Adriano, Maicon, Robinho û gelek stêrkên din ên wê demê lîst. Tevî ku Iraq di wê yariyê de bi giranî şkestin tomar kir, lê Selahedîn Siyamend di nav lîstikvanên Iraqê de nimreya herî bilind bi dest xist.

 
Fly Erbil Advertisment