Kûrtûlmûş piştî hevdîtina bi DEM Partiyê re: Dê komîsyon bê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş, îro serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan kir.
Piştî hevdîtina ku li navenda giştî ya DEM Partiyê pêk hat, Kûrtûlmûş û Hatimogullari daxuyaniyên girîng dan çapemeniyê. Kûrtûlmûş ragihand ku ew dixwazin di rojên pêş de li meclisê komîsyonek bê avakirin û xebateke baş bê kirin, û bal kişand ser "firsende dîrokî" ya heyî.
Kûrtûlmûş: Em dixwazin li meclisê komîsyon bê avakirin
Nûman Kûrtûlmûş di daxuyaniya xwe de anî ziman, wan di hevdîtinê de li ser berpirsyariyên parlamentoyê yên di warê ewlekirina yekitî û hevgirtinê û pêşvebirina pîvanên demokratîk ên Tirkiyeyê de nîqaş kirine.
Kûrtûlmûş wiha got: "Piştî daxuyaniya ku ji Îmraliyê hat dayîn, piştî ragihandina çekdanînê, mijar anî wê radeyê ku êdî dikare li parlamentoya ku navenda vîna neteweyî ye, dilê demokrasiya Tirkiyeyê ye bê nîqaşkirin."
Serokê Meclisê tekez kir ku divê hemû aliyên siyasî bi awayekî çêker ji vê firsenda dîrokî sûd werbigirin da ku ev pêvajo bi lez bi encam bibe û li Tirkiyeyê ajandayeke nû dest pê bike.
Kûrtûlmûş hêviya xwe anî ziman ku komîsyona ku dê di rojên pêş de li meclisê bê avakirin bi awayekî baş bixebite û got: "Têkildarî bê ka komîsyon wê çawa were avakirin û kîjan rêbazên xebatê wê bi kar bîne, em ê haziriyên pêşîn ên berbiçav bikin.''
Hatimogullari: 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' berpirsiyariyên mezin dixe ser milê parlamentoyê
Ji aliyê xwe ve, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî bal kişand ser girîngiya pêvajoya heyî û berpirsiyariyên ku dikevin ser milê parlamentoyê û : "Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' li dû pêşveçûnan berpirsyarî û wezîfeyên mezin dixe ser milê parlamentoyê. Me îro li ser van mijaran jî nîqaş kir."
Hatimogullari her wiha diyar kir ku Nûman Kurtulmuş dê di dema pêş de dest bi xebatên ji bo avakirina komîsyonê bike û ji bo serdana Kûrtûlmûş spasiyên xwe pêşkêş kir û got: "Em ji bo van serdanên nazik spas dikin."