Xelîlzad: Neşandina mûçeyên karmendên Kurdistanê qeyraneke siyasî kûrtir dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad bang li hikûmeta Bexdayê kir ku mûçeyên karmend û welatiyên Herêma Kurdistanê beriya Cejna Qurbanê bişîne. Xelîlzad herwiha daxwaz kir ku pirsgirêkên heyî bên çareserkirin û qeyran neyên berfirehtirkirin.

Zalmay Xelîlzad duh 2ê Hezîranê li ser tora civakî ya “X” nivîsand, ragirtina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, dibe sedema qeyraneke siyasî û barê welatiyan girantir dike, nemaze ku Cejna Qurbanê nêzîk e.

Xelîlzad tekez kir, pêwîst e Bexda mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê beriya cejnê bişîne û qeyranan kûrtir û berfirehtir neke.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê herwiha destnîşan kir, çareserkirina vê pirsgirêkê û şandina mûçeyan beriya cejnê, gaveke girîng e di çarçoveya danûstandinên di navbera Bexda û Hewlêrê de û ji bo asayîkirina têkiliyên navbera wan.

Di beşeke din a peyama xwe de, Zalmay Xelîlzad amaje bi helwesta Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û nivîsand: "Mihemed Şiya Sûdanî girîngiyê dide welatiyên Herêma Kurdistanê û naxwaze ji ber nakokiyên siyasî Herêma Kurdistanê êş û azarê bibîne."

Ev daxuyaniya Xelîlzad di demekê de tê, pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hîn jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de yek ji mijarên sereke yên nakokiyê ye.

 
Fly Erbil Advertisment