Hatîmogullari: Ji bo Pêvajoya Aştiyê pêngavên cidî pêwîst in

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, derbarê pêvajoya aştiyê de careke din bang li desthilatdariyê kir ku gavan biavêje û got, "Ji bo nîşandana cidiyet û nevegeriya pêvajoyê, pêwîstî bi gavên xurt û sembolîk heye."
Hatîmogullari di Civîna Koma Partiya xwe ya li parlamentoyê de axivî û got, ew di qonaxeke krîtîk a bendewariya hêvî û daxwazan de ne ji bo pêvajoya aştiyê, lê belê parast ku ji bo serkeftina pêvajoyê bi têra xwe pêngav nehatine avêtin. Wê got ku berpirsê sereke yê divê di çarçoveya pêvajoya aştiyê de pêngavan biavêje desthilatdarî ye û wiha domand: "Em careke din tekez dikin; divê desthilatdarî bêguman hin pêngavan biavêje. Avêtina pêngavên erênî pêwîst e."
Derbarê daxuyaniya Serokê Parlamentoyê Nûman Kurtulmuş a li ser avakirina komîsyonekê, Hatîmogullari ew "gelekî girîng" nirxand û wiha pê de çû: "Me di hevdîtina xwe de nêrînên xwe parve kirin. Weke DEM Partî me teqez kir ku girîng e komîsyon bi awayekî encamgir bixebite. Wextê welêt tune ku bê mijûlkirin û divê demildest bi awayekî çalak dest bi karê xwe bike. "
Herwiha got: "Em behsa mekanîzmayeke ku ne tenê gotinan çêbike, pêşniyarên şênber pêş bixe û xwedî demname be dikin. Nabe ku pirsgirêkên vî welatî ji komîsyonê re bên şandin û li wir ji bo rizandinê bên hiştin. Ji ber vê yekê divê komîsyon demildest bê avakirin."
Di dawiyê de Hatîmogûllari got, "Ji rêveberiyên herêmî heta bêçekbûnê, ji karûbarên dadweriyê heta mafên hevpar, gelek rojevên jiyanî li pêşiya me ne," Tekez kir jî: "Bi komîsyoneke bibandor, pêngavên bilez dikarin bên avêtin. Divê ev komîsyon guh bide dengê dîrok û aştiyê. Divê weke komîsyoneke ku aştiyê ava dike, bikeve dîrokê."