Welatiyên Rojavayê Kurdistanê di rewşeke aborî ya dijwar de pêşwaziya cejnê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Rojavayê Kurdistanê di nava rewşeke aborî ya xirab de amadekariyên Cejna Qurbanê dikin û diyar dikin ku nirxê her tiştî giran e û nikarin pêdiviyên xwe bikirin.
Rewşa aborî ya welatiyan bi taybetî piştî hatina desthilata nû ya Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şera xirabtir bûye, ji ber ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, mûçeyên beşeke mezin ji karmendan, ku nedigihîşt 40 dolarê Amerîkî jî û beşek ji pêdiviyên wan dabîn dikir, hatin birîn.
Ji aliyekî din ve, beşeke mezin ji malbatên Rojavayê Kurdistanê pişta xwe bi wan pereyan girê didin ku xizmên wan ji welatên Ewropayê ji wan re dişînin; ev yek jî bûye sedem ku eger kêm be jî, liv û tevgerek di bazaran de çêbibe.
Welatî Emel Ehmed dibêje: "Her çend nirxê lîreyê Sûrî li hember dolarê Amerîkî hinekî bilind bûbe jî, lê heta niha nirxê kelûpel û pêdiviyan her giran e."
Lê belê, beşek ji welatiyên din nêrîneke cuda derbarê nirxan de hene. Welatî Gulistan Şêxo dibêje: "Li gorî sala borî nirxê kelûpelan erzantir bûye û dema em rojane diçin bazaran tiştan dikirin, em vê yekê bi zelalî dibînin."
Mihemed Sînan, ku dikandarekî Rojavayê Kurdistanê ye, got: "Liv û tevgera bazarê gelek kêm e, beşeke mezin ji xelkê mûçeyên wan nînin û rewşa wan a darayî gelek xirab e, tenê ew kes nebin ku ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, pişta xwe bi zarok û xizmên xwe yên li welatên Ewropayê girê didin."
Piştî şoreşa Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî qeyraneke mezin a aborî û ewlehiyê bûye û binesaziya herêmê bi temamî wêran bûye; ev yek jî bandoreke nerênî ya rasterast li ser jiyana welatiyan kiriye.