Wezareta Samanên Xwezayî ya Kurdistanê bersiva ragihandineke Wezreta Petrolê ya Îraqê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva ragihandineke Wezareta Petrolê ya Federal dide û wê ragehandinê wekî ragihandineke siyasî binav dike dibêje, “Ew ragihandin ji rastiyên objektîf dûr e.” Herwesa dibêje, “Wezareta Petrolê ya Federal bingehên hevpariya rastîn li ber çav wernegirtine, ku Iraqa federal li ser wan hatiye damezrandin.”

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 5ê Hezîrana 2025ê) bersiva ragihandineke Wezareta Petrolê ya Federal da û tê de ragihandiye, “Ragihandina Wezareta Petrolê ya Federal careke din siyasî ye û li ser eynî rêbazê berdewam dike ku û şkestinên xwe ku ji encama bicihanîna siyaseta navendî rûbirû bûye kirine sûçên Herêma Kurdistanê û qet bingehên  hevpariya rastîn li ber çavan wernegirtine ku Iraqa Federal li ser wan hatiye damezrandin.

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Wezareta Petrolê ya Federal gotiye, "Hûn in ku eşkere û berdewam destûrê binpê dikin. Hûn bi salan e ku astengiyan li pêşiya pejirandina qanûna federal a petrol û gazê çê dikin, ku kevirê bingehîn ê çareserkirina hemî pirsgirêkên têkildarî petrolê temsîl dike. Hûn sîstema qanûnên rejîmên berê berdewam dikin, ku ji qanûnên partiya Be’sê pêk dihat, ku navendîtî hebû, lê ew serdem bi dawî bû. Qanûna sala 1976ê eşkeretirîn qanûnên Partiya Be’sê bûn, ku bi eşkereyî li dijî bingehên sîstema federal û bendên destûrî yên destûra niha ya Iraqê ne."

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pareke din a ragihandina xwe de gotiye, "Hûn bi awayekî sîstematîk li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê siyaseta birçîkirinê dimeşînin û we mûçe û debara wan biriye. Ev jî binpêkirina mafên herî sereke yên mirovan e û binpêkirina herî mezin e. Ev siyaseta we ya sîstematîk ji bo bicihanîna plana cudakariyê ye, ku berevajî destûrê ye û ev jî mezintirîn binpêkirin e.”

Wezareta Samanên Xwezayî ron jî kiriye, “Tohmetên Wezareta Petrolê ya Federal ên li ser qaçaxçîtiya petrola Herêma Kurdistanê bizaveke eşkere ye ji bo paşguhkirin û dûrxistina balê ji pêvajoyên qaçaxçîtîyê û gendelîyê li deverên cuda cuda yên Iraqê.” Tekez jî kiriye, "Hûn petrola başûrê Iraqê bi qaçaxî dibin û hûn hemî rengên gendelîyê dikin. Raportên navxweyî û yên biyanî şahidiyê li ser rêjeya îsraf û gendelîyên we didin. Li şûna xizmetkirina Iraqê û gelê wê, hûn xizmeta berjewendiyên aliyên din dikin û wesa jî we zirar daye navûdengê Iraqê û gelê wê."

Wezareta Samanên Xwezayî tekez jî kiriye ku, Herêma Kurdistanê hemî erkên xwe bi cih anîne tevî ku aliyê beranber erk û berpirsiyariyên xwe yên destûrî bi cih neanîne. Herwesa gotiye, "Dema ku hûn Herêma Kurdistanê ji ber zêdehiya OPECê berpirsyar dikin, şaşiya we ye, ji ber ku hûn li ser navê petrola Iraqê petrola xelkê din difiroşin. Li gorî destûrê, mafê Herêma Kurdistanê heye ku berhemanîna petrolê du qatî niha zêde bike. Me wekî Wezareta Samanên Xwezayî zêdetirî 11 milyon bermîlên petrolê ji we re şandine, lê we dînarek jî li beranberî wê yekê ji Herêma Kurdistanê re neşandiye, ku ev binpêkirinek eşkere ya lihevkirin û pabendbûnên darayî ye."

Wezaretê Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya ragihandina xwe de jî gotiye, "Em dixwazin ji we û raya giştî re bibîr bînin ku, peymana demkî ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ku paştir bû sedema çend civîn û çavpêkeftinan, delîlekî diyarker e ku Herêma Kurdistanê nermî nîşan daye û ji bo hevkariyê amamde bûye. Ev îdiayên wezareta we ku qaşo civîn û danûstandinên we yên bi Herêma jî Kurdistanê re bê encam bûne pûç dike.

 
 
Fly Erbil Advertisment