Baba Şêxê Êzidiyan Cejna Qurbanê li Misilmanan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Semaheta Baba Şêx, Şêx Elî Şêx Elyas di peyamekê de Cejna Qurbanê li Misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dike.
Ev jî peyama Baba Şêxê Êzidiyan e:
Bi helkefta hatina Cejna Qurbanê ku dikeve roja Înîyê rêkeftî (6/6/2025), Semaheta Baba Şêx, Şêx Elî Şêx Elyas, germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan arasteyî birayên musilman li Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dike.
Em hîvîxwaz in ji Xudayê mezin ku, ev cejn bibe dergehê xêr û xweşiyê ji bo hemî mirovatiyê di vî gerdûnî da û bi taybetî xelkê Iraqê û Kurdistanê û bihêzkirina giyanê lêborînê û pêkvejiyanê, û ev helkefte bibin rojên aramiyê û bexteweriyê bo hemî mirovatiyê û mirovdostan, di xêr û xweşiyan da bijîn.
Semaheta Baba Şêx
Şêx Elî Şêx Elyas
5/6/2025