Serdana Cejnê ya MHPê bo DEM Partiyê: Çareserî li Perlemanto ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke Partiya Tevgera Neteweperist (MHP) di çarçoveya serdanên Cejna Qurbanê de, serdana navenda giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir. Di serdanê de, her du aliyan peyamên aştiyê dan û tekezî li ser rola perlemanê wek cihê çareseriya pirsgirêkan kirin.
Şandeya MHPê li navenda giştî ya DEM Partiyê ya li Balgatê, ji aliyê şandeya DEM Partiyê ve hate pêşwazîkirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Sadir Durmaz, ku serokatiya şandeya MHPê dikir, di axaftina xwe de pîrozbahiyên cejnê pêşkêş kir û got: “Bila Xwedê yekitî û aramiya miletê me xera neke. Bila fersendê nede wan kesên ku dixwazin vê yekê xera bikin.”
Durmaz herwiha da zanîn ku cihê çareseriya pirsgirêkan perlemanto ye û bi rêya avakirina komîsyonan dikarin bigihîjin çareseriyê. Wî ji bo pêşwazîkirin û mêvandariyê spasiya şandeya DEM Partiyê kir.
Ji aliyê xwe ve, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryaki, spasiya serdana şandeya MHPê kir û got: “Weke partî peyamên me yên cejnê her tim bi aştî û aramiyê dest pê dikin.”
Tiryaki bal kişand ser pêvajoya nû û got: “Pêvajoya ku Birêz Devlet Bahçelî di 1ê Cotmehê de da destpêkirin, li gel peyama Birêz Ocalan a di 27ê Sibatê û piştre jî daxuyaniya PKKê ya ji bo lidarxistina kongreyê, li Tirkiyeyê rê li ber atmosfereke nû ya aştiyê vekir. Ev pêvajoyeke ku me hemûyan kelecanî dike û em ji pêşerojê bi hêvî ne.”