Aydin Me'rûf: Bexda mûçeyan wek karteke siyasî li dijî Herêma Kurdistanê bikar tîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Herêmê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Aydin Me'rûf ragihan, Bexda pirsa mûçeyan wek amûreke siyasî bikar tîne û pabendî rêkeftinên ligel Herêma Kurdistanê nabe.

Aydin Me'rûf îro 7ê Hezîranê ji K24ê re got: "Pirsa mûçeyan, ku mijareke girîng û mirovî ye, ji aliyê Bexdayê ve ji bo meremên siyasî û ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û pabendî wan rêkeftinên ku di navbera Hewlêr û hikûmeta Iraqê de hatine kirin, nabe."

Wezîrê Pêkhateyan da zanîn, birîna mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê di vê demê de, bi taybetî di nava Cejna Qurbanê de, zulmeke mezin e. Herwiha got: "Ev kiryar li derveyî pîvanên mirovahiyê ye, dijî mafên mirovan û dijî destûra Iraqê bi xwe ye."

Me'rûf destnîşan kir, Hikûmeta Iraqê ti carî pabendî rêkeftinên berê nebûye û diyar kir: "Di rabirdûyê de gelek rêkeftin hatin kirin, lê hikûmeta Iraqê ti carî pabendî yek ji wan nebû, bi taybetî di mijarên mûçe û budceyê de. Ev mijar li Dadgeha Federalî hatiye yekalîkirin û di yasaya budceyê de jî hatiye destnîşankirin. Lê mixabin, hikûmeta Iraqê her meh bi hincetên curbicur hewl dide mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê neşîne. Ev yek li gorî hemû prensîpan nedestûrî û neyasayî ye."

Aydin Me'rûf tekez kir, Hikûmeta Iraqê pirsa mûçeyan kiriye mijareke siyasî û bi vê yekê dixwaze fişareke siyasî li ser Herêma Kurdistanê çêbike.

Di dawiyê de Aydin Me'rûf eşkere kir, zextên Hikûmeta Iraqê ne nû ne û bi awayekî berdewam hene. Herwiha got: "Li pişt van biryarên Hikûmeta Iraqê, aliyên siyasî yên din hene ku dixwazin ji bo berjewendiyên xwe pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de têk bidin."

 
Fly Erbil Advertisment