Mîsal Alûsî: Yên li hember birçîkirina Kurdan bêdeng in, şeytanên lal in

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê navdar ê Iraqî, Mîsal Alûsî helwesteke tund li hember birîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, "Yên li hember birçîkirina karmendên Herêma Kurdistanê lal in, şeytanên bêdeng in." Alûsî herwiha bi şanazî diyar kir ku ew xwe wek welatiyekî Kurdistanê dibîne.
Mîsal Alûsî îro 7ê Hezîranê li ser tora civakî ya “X”, wêneyê tabloyeke watedar parve kir. Di tabloyê de, malbateke resen a Iraqî (dê, bav û du zarok) xuya dikin ku bajarekî wêrankirî û tijî şer li pey xwe dihêlin û di destê bav de jî "Peykerê Azadiyê" yê Iraqê heye. Ev tablo wek peyameke sembolîk nîşan dide ku gelê Iraqê ji azadiyê bêhêvî bûye û ji welatekî tijî şer û aloziyê bêzar bûye.
Alûsî di heman postê de nivîsî: "Ez, Mîsal Cemal Alûsî, lîberalekî medenî me, ne Şîe me û ne jî Sunî me. Bi şanazî radigihînim ku ez welatiyekî Kurdistanê me. Di rojên xweş û nexweş de, ez li gel xizmên xwe yên Kurd im û birîna mûçeyên karmendên Kurdistanê red û şermezar dikim."
Siyasetmedarê Iraqî pesnê Herêma Kurdistanê da û got: "Tevî êş û birçîkirinê, Kurdistan bi rêzdarî pêşwaziyê li geştyarên Ereb dike."
Herwiha bang li dengên azad ên welatiyên Ereb kir ku "li dijî hikûmeta Iraqê û siyasetên wê yên tawanbarî û paqijiya nejadî yên li dijî welatî û mûçexwarên Kurd bisekinin" û hişyarî da: "Îro Kurdan birçî dikin, sibe dê dor bigihîje her kesî."
Ev daxuyaniyên Mîsal Alûsî di demekê de tên ku beriya Cejna Qurbanê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî, bi nivîseke fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar kiribû ku ew êdî nikare şandina mûçeyan berdewam bike. Wê ev yek bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya di yasaya budceyê de derbas kiriye û 19.2 trîlyon dînar dahata neftî û nenftî radest nekiriye, girêdabû.
Li hember vê yekê, Wezaretên Darayî û Samanên Siruştî yên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva van hincetan dan û ragihandin ku wan hemû pabendiyên xwe bicih anîne û ev biryara Bexdayê bi tevahî siyasî ye, ne yasayî ye.