Serok Barzanî serexweşiyê li Adil Baxewan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî peywendî bi Dr. Adil Baxewan kir û ji ber koça dawiyê ya bavê wan serexweşî li wan û malbata wan kir.
Serok Mesûd Barzanî duhî (Yekşem, 8ê Hezîrana 2025ê) danê êvarê bi rêya telefonê bi Dr. Adil Baxewan re axivî.
Di wê peywendiya telefonê de, Serok Barzanî serexweşî li Dr. Adil Baxewan û malbata wî kir û sebir û hedar ji wan re xwestin, ji ber koça dawiyê ya bavê wan.