Li Qoserê şewateke mezin: 90 gund û 25 mezra bê elektrîk man

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Qoser a Mêrdînê, di navenda trafoyê ya Şîrketa Veguhestina Elektrîkê ya Tirkiyeyê (TEİAŞ) de şewatek derket. Ji ber şewatê, elektrîka 115 deverên niştecihbûnê ku ji 90 gund û 25 mezrayan pêk tên, hate birîn û herêm di tariyê de ma.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şewat ji ber sedemeke ku heta niha nehatiye zanîn, li navenda trafoyê ya li hemberî Firokexaneya Prof. Dr. Ezîz Sancar a li Qoserê derket.

Ji ber şewatê, elektrîk li ser 90 gund û 25 mezrayan ku enerjiya xwe ji DEDAŞê werdigirin, bi temamî hate birîn.

Tîmên agirkujiyê demildest sewqî cihê bûyerê hatin kirin û ji bo vemirandin û kontrolkirina şewatê xebatên xwe didomînin. Derbarê sedema derketina şewatê de lêkolîn hatiye destpêkirin.