Bi erêkirina Mesrûr Barzanî, du milyar dînar bo çareserkirina pirsgirêka kêmaviyê hatine terxankirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi erêkirina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, du milyar dînarên din ji bo çareserkirina kêm û kasî û pirsgirêkên avê hatine tarxankirin.
Parêzgeha Hewlêrê îro (Pêncşem, 12ê Hezîrana 2025ê) ragihand, bi serperiştiya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw re civînek li dar xist, da ku li ser kar, proje, plan û bernameyên çareserkirina pirsgirêka avê û şopandina karê projeyên hawarhatinê yên lezgîn ên avê li Hewlêrê û girêdana wê projeyê bi torên navxweyî yên nav bajarî, projeya avê ya Quştepeyê û derdora wê.
Di çarçoveya wê civînê de, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bal kişand ser plan û bernamekirina wan projeyên ku di salên dawiyê de bi piştgirî û fermana Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmaviyê li Parêzgeha Hewlêrê hatine kirin. Parêzgarê Hewlêrê amaje jî da, “Me qonaxên pir baş birîne û me kariye gelek pirsgirêkan çareser bikin.”
Omêd Xoşnaw behsa şopandina karên projeya hawarhatinê ya lezgîn a ava Hewlêrê û girêdana projeya ava lezgîn a Hewlêrê bi torên navxweyî yên nav bajarî û projeya avê ya Quştepeyê û derdora wê kir û got, “Niha 78% ya karên projeya hawarhatinê ya ava lezgîn a Hewlêrê û 90% ya karên girêdana wê projeyê bi torên navxweyî yên nav bajarê Hewlêrê re qediyane.”
Navbirî herwesa got, “Heta nîvê Tîrmeha îsal, hin ji taxên di navbera cadeya Reşkînê û cadeya Koyeyê de li derveyî cadeya lezgîn a 120 metreyî ne, ku pêştir ji ber daketina asta ava binerd hevrûşî kêmaviyê bûn, ji ber vê projeya stratejîk, av digehe taxên wan û arêşeya avê namîne.”
Herwesa di derheqa projeya ava Quştapeyê de jî, ku niha 40% ya karên wê temam bûne, ragihand ku, biryar e kar di Mijdara îsal de karên wê biqedin. Herwesa got, “Projeyan bi gelemperî qonaxên baş birîne û di demeke nêzîk de piraniya pirsgirêkên avê çareser dikin.”
Her di wê civînê de, Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku, elektrîka 24-seetî ji bo bîrên ku ava vexwarinê ya paqij didin malan re tê dabînkirin. Herwesa wî ferman da parêzgehê ku tankerên avê ji taxên ku pirsgirêkên kêmaviyê hene re peyda bikin. Di rewşa kêmbûna çavkaniyên avê de jî, tevaya aliyên peywendîdar û nivîsîngehên xizmetkariyan spartin ku di hişyariyeke tevahî de bin û pirsgirêkan bi zûtirîn dem çareser bikin.
Parêzgarê Hewlêrê tekez jî kir ku, li parêzgeha Hewlêrê nabe pirsgirêkên kêmaviyê hebin. Herwesa got, “Ji bo vê mehê jî, bi erêkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, du milyar dînarên din wekî rewşeke awarte ji bo çareserkirina kêm û kasî û pirsgirêkan hatine terxankirin. Di meha borî de jî, du milyar û 500 milyon dînar ji bo eynî armancê hatibûn terxankirin.”