Penaberên Sûriyeyî li Herêma Kurdistanê tên hayarkirin

Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe radigihîne, “Ew welatiyên Sûriyeyî yên ku li Herêma Kurdistanê ne û dema destûrên wan ên manê qediyaye, divê bi zûtirîn dem ji bo derxistin an jî nûkirina destûrên xwe yên manê serdana birêveberiyên destûrên manê bikin.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 12ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û ji bo çarekirina rewşa taybet a welatiyên Sûriyeyî, yên ku dema destûrên wan ên manê li Herêma Kurdistanê qediyaye, Wezareta Navxwe ferman daye Rêveberiya Giştî ya Nasnameyan ya Herêma Kurdistanê ku karûbarên pêdivî bikin.”

Wezareta Navxwe amaje jî daye ku, ji bo vê armancê çend rêkarên taybet bi cih tîne wekî: Dana 60 rojên karkirinê ji roja derketina vê nivîsarê ji bo hemî welatiyên Sûriyeî, yên ku dema destûrên wan ên manê qediyaye an jî hatine Herêma Kurdistanê û hîn destûrên manê dernexistine, divê ew serdana birêveberiyên îqameyan bikin, ji bo derxistin an jî nûkirina destûrên xwe yên manê ji bo dema salekê li gorî Forma 20ê û dê ji cezayên derengmanê bên efûkirin.

Ron jî kiriye, “Ew kesên ku amaje bi dozên wan hatiye dan û naxwazin li Herêma Kurdistanê bimînin û dixwazin vegerin welatên xwe ji cezayên derengmana nûkirinê an dernexistina destûrên manê tên efûkirin, lê divê serdana rêveberiyên destûrên manê bikin, da ku mohra derketinê ya yekcarê bistînin û bi awayekî fermî bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vegerin welatê xwe.”

Herwesa ragihandiye, “Ew kesên ku dixwazin vegerin welatê xwe û ji ber tengasiyên darayî nikarin bi rêya balafirxaneyê rêwîtiyê bikin, dikarin serdana rêveberiyên destûrên manê bikin da ku mohra derketinê bistînin û ji cezayan û xwetomarkirina ji bo rêwîtiya vegerê bi rêya Deriyê Navewletî yê Pîşabûrê bên efûkirin, ku li ser hesabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re tê rêkxistin.”

Wezareta Navxwe herwesa dixwaze, rêveberiyên destûrên manê karûbarên pêdivî bikin, ji bo çêkirina tîmên taybet ji bo bicîhanîna vê fermanê û hêsankariya bicihanîna wê bi lez.