Livîna bazirganî û hatin û çûn li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê normal in

Navenda Nûçeyan (K24) - Livîna bazirganî û hatin û çûn li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi Îranê re normal in, û ew geştyarên ku çûne Îranê jî îro dê bi rêya bejahiyê vegerin Herêma Kurdistanê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) got, “Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê, geştên asmanî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hatine rawestandina. Desthilata Balafirvaniyê ya Iraqê biryar daye ku, hemî geştên asmanî bo navxwe û derve bên rawestandin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da, “Ez bi hejmareke deriyên sînorî re axivîme, livîna bazirganî û hatin û çûn normal in û di vî warî de ti pirsgirêk tune ye. Ew geştiyarên ku ji Herêma Kurdistanê çûne Îranê jî dê îro bi rêya bejahiyê vegerin.”

Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan serê sibeha îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Bingeha artêşa Pasdaran li Tehranê û gelek cihên din ên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.”

Wê ajansê amaje jî da ku, Fermandarê Artêşa Pasdaran Hisên Selamî, Serdarê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî, Serokê Zanîngeha Azadî ya Îslamî Mihemed Tehrançî û zanayê warê atomê Fereydûn Ebasî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.