Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar dike.

Tekista ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê:

Em êrîşa Îsraîlê ya li ser Komara Îslamî ya Îranê û bikaranîna hêza leşkerî ji bo çareserkirina nakokiyan şermezar dikin. Ev pêşhat dê aramî û tenahiya deverê aloztir bikin û gefan li ewlehî û tenahiya deverê û ya navneteweyî bikin.

Rûbirûbûn û rêkarên leşkerî rewşê xirabtir dikin. Di vê dema krîtîk de, erkê civaka navneteweyî ye ku bi lez û bez bertekê nîşan bide, û ji bo wê yekê kar bike ku alozî û têkdan zêdetir nebin û bi zûtirîn dem rêyê li zêdetir belavbûna rewşê bigire.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê

13.06.2025